Bi munasebeta vekirina Şaxa Heyva Sor merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku doxtor û welatî jî beşdar bûn de Endamê Heyva Sor Dr. Ciwan Mistefa axivî û li ser rewşa Serêkaniyê rawestiya. Mistefa bal kişand ser kêmbûna derbanan û şîrê zarokan a li bajêr û diyar kir ku di van şertên zehmet de vekirina Şaxa Heyva Sor erka wan a bingehîn e. Mistefa her wiha bang li hemû saziyên navnetewî kir ku alîkariyê bikin. Piştî axaftinan Şaxa Heyva Sor hate vekirin.
SERÊKANIYÊ