Bi sedan salan gelê Kurd ji nasname, çand û zimanê xwe hatiye dûrxistin. Ev yek ji ber zexta zêde ya ser Kurdan hatiye kirin e. Gelê Rojav şoreşa xwe wekî şoreşa xelasiyê dît û bi gireseyî beşdarî wê bû. Bi geşedanên li ser erdê re gelek gavên mezin di guhertin û veguhertinê de hatin avêtin.

Kurddestpêkê yên şoreşê bi xebatên di warê parsatin û pêşxistina zimanê Kurdî de hatin avêtin. Wê demê ev xebat di bin sîwaneya Saziya Zimanê Kurdî de dihatin meşandin. Li her gundekî û li her taxekê navendên perwerdeyê hatin vekirin.

Hezaran ciwanên ku dilxwazên zimanê xwe yên dayîkê ne li perwedeyê xwedî derketin û berê xwe dan navendên perwerdeyê. Ji van ciwanan gelek niha bûne mamosteyên ziman û bi awayekî akademîk xebatan didin meşandin.

Piştî du salan ji xebatên bêyî navber, zimanê Kurdî bi awayekî rûniştî derbasî dibistanên fermî bû. Wê demê tenê di çarçoveya çend seatan de dihate dayîn, lê Îsal zimanê Kurdî wekî meteryalê xwendinê li rex meteryalên bi zimanên din ên herêmê, derbasî dibistanên herêmê bûn. Niha tenê şagirtên asta seretayî li ser van meteryalan perwerdeyê dibînin.


Rojane eleqe zêde dibe

Ji ber îdîa û kiryarên hin aliyên siyasî û dezgehên çapemeniyê destpêkê hin rêveberiyên dibistanan, hin malbatan jî ev yek qebûl nedikirin. Hin malbat hebûn zarokên xwe nedişandin dibistanê. Lê ev yek hêdî hêdî hat derbaskirin.

Li bajarê Serêkaniyê 7 û li gundan jî 8 dibistanên seretayî hene, li van dibistanan 2 hezar û 628 şagirt, 993 refa yekê, 855 refa duyemîn û 780 refa sêyemîn hene. Hejmara xwendekarên Serêkaniyê tenê di vê çarçoveyê de namîne, lê roj bi roj hejmar zêde dibe û êdî hemû malbat zarokên xwe dişînin dibistanê.


Astengî hatin derbas kirin

Girêdayî mijarê Endama Tevgera Ziman û Perwerde (TZP) Rîhan Xelîl got: “Me ji destpêka xebatên xwe ve hewl daye ku zimanê Kurdî û zimanên din ên herêmê derbasî her malekê bikin. Heta radeyeke baş me ev xebat hatine birêvebirin û li hemû gund û bajaran cih girtine.

Xelîl anî ziman ku perwerdeya bi zimanê dayîkê bêhtir hêsantir e û riya avakirina kesayeteke azad û têgihiştiye ye û got: “Destpêkê hin astenî çêbûn, hin malbatan qebû nekirin. Hin aliyan bi zanebûn pirsgirêk derdixistin. Her kesî dipirsî gelo wê çawa zimanên herêmê bibin zimanên fermî yên perwerdeyê. Me jî ji wan re da xuyakirin ku zimanê Kurdî jî dikare bibe zimanê perwerdeyê. Roj bi roj hejmara xwendekaran zêde dibe.”



ASIYA ISMAIL/ANHA/SERÊKANIYÊ