Nûçegihanê ANF'ê li Serêkaniyê ragihand ku koma çekdar a bi navê Ehfad Elresûl ku di deriyê sînor yê di destê Tirkiyeyê re ji Herêma Cisr Elşixûr ya Idlibê hatiye, û girêdayî Newaf Raxib Elbeşîr in derbasî bajêr bûn.
Hat diyarkirin ku xwestin ku aramiya herêmê bin pê bikin. Di seatên despêkê de di navbera wan û komên çekdar ku di bajêr de ne şer derket. Di encama şer de komên çekdar êrîşî Taxên Kurdan kirin. Ev yek jî bû sedem ku di navbera wan û YPG'ê de ku taxên Kurdan diparêzin şer derbikeve. Li gorî agahiyên destpêkê
Komên Çekdar ji deriyê sînor ê li Serêkaniyê ku di destê dewleta Tirk de ye, 1500 çekdarî derbasî rojavayê Kurdistanê kirin. Hat diyarkirin ku armanca wan ew e ku berê xwe bidin bajarê Holê piştre Tilhemîs û ji wir berê xwe bidin Herêma Rimêlan.
Gel ji YPG'ê alîkarî xwest
Li ser xwesteka gelên herêmê hezên YPG'ê ji hêzên rejîma Sûriyeyê xwestin ji herêmê derkevin, ji ber ku gelên herêmê naxwazin ku ew li wir bimînin. Yekîneyên YPG'ê mûdaxele kir û ji hêzên rêjîma Baas xwest ku ji herêmê dûr bikevin. Lê ji ber ku Hêzên Artêşa Sûriyeyê ku li gundê Kirzîro bi cîh dibin derneketin. Yekîneyên YPG'ê gundê Girzîro dorpêç kirin, di encamêde hevkarên rêjîmê ji herêma Rimêlan êrîşî gunêdê Kirzîro yê 25 kîlometreyî dûrî Rimêlan kirin.
Êrîşkar beranberî berxwedana YPG'ê hatin di encamê de şer derket. Di şer de kuştî û birîndar ên hevkarên rêjîmê çêbûn û 7 ji wan dîl hatin girtn û 14 leşkerên Sûriyeyê xwe radestî YPG'ê kirin û hevkarên rejîmê jî çeçar man ku xwe şûnde vebikişînin.
YPG'ê debarê mijarê de bang li hemû eşîretên Erebên Rimêlanê kirin ku ji ber kiryarên hevkarên Rêjîmê hişyar bin, daku tevliheviyê di herêmê de dernekeve. Her wiha rêvebiriya Giştî ya YPG'ê da zanîn ku ew ê hemû netewên herêmê biparêzin.
YPG’ê got: ''Em rê nadin ku tu kes jiyana hevbeş ku gelên herêmê dijîn û aştiyana di navbera Kurd û Ereban bin pê bikin''. Her wiha eşîretên Zibêdî, Cewala û hinek Şerabiya li Rimêlan YPG'ê desteka xwe ya ji bo YPG’ê aşkere kirin.
ANF/SERÊKANIYÊ