Weqfa Jina Azad a kantona Hesekê bi armanca ku dirûnê fêrê jinan bike, terzîxaneyek li bajarê Serêkaniyê vekir.

Vekirina terzîxaneyê bi tevlîbûna bi dehan jinan pêk hat. Deriyê terzîxaneyê ji hêla dayika şehîd Akîf ve hate vekirin û piştre şîranî li beşdaran hate belavkirin.

Terzîxane wê bibe cihê fêrkirina dirûnê bi jinan û her wiha dê hejmarek jin tê de bixebitin. Piştî vekirina terzîxaneyê kesên ku bixwazin xwe fêr bikin, dê miracaetî Weqfa Jina Azad şaxê Serêkaniyê bikin. Heta ku 10 nav kom bibin dê terzîxane dest bi dewreyeke fêrkirinê bike.

ANHA/HESEKÊ