Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser pêngava şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê bîlançoyeke nû weşand. 

Navendê diyar kir ku di gelek çalakiyên xurt de 55 leşker hatine kuştin û hêzên wan çûne ser 45 ji van cenazeyên leşkeran. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku 25 TIR û 5 wesayît hatine şewitandin û derb li 2 helîkopterên Kobra hatiye xistin.

Gerîlayên HPG'ê li Eyaleta Serhedê dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Argeş û Şehîd Eylem kiribûn.

Der barê vê pêngavê de 27'ê Gulanê roja Şemiyê hin agahî hatibûn dayîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser pêngava şoreşgerî ya li dijî hêzên taybet ên ji Kayserî, Tokat û Erziromê, agahiyên berfireh eşkere kirin:

Wesaîtên delweta Tirk hatin şewitandin

"24'ê Gulanê saet di 14:30´an de, rêya navneteweyî ya navbera navçeyên Bazîd û Ebexê li trafîkê hate girtin, bi sedan wesayît hatin sekinandin û bi gelê li van wesayîtan re civîn hate lidarxistin. Di dema kontrola rê de, 25 TIR û 5 wesayîtên bi dewleta TC a dagirker re dixebitîn, hatin şewitandin. Danê êvarê saet di 17:00´an de ji bo destwerdanê leşker ji qereqola Gulizerkê hatin. Hêzên me derbên xurt li van leşkeran dan. Di encamê de 7 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn ku birîna 2´yan ji wan giran e. Careke din li leşkerên ji bo destwerdanê ji qereqola Gulizerkê û girê Zorava hatin, hat xistin û 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC qada vê çalakiyê û derdora wê bi desteka 2 balafirên keşfê bi tank, obus, hawan û kobrayan bombe kir."

55 esker hatin kuştin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 24 û 25'ê Gulanê ev herêm bi temamî di kontrola hêzên HPG´ê de maye û ev gahiyên hanê hatindayîn: "Roja 25'ê Gulanê saet di 05:00´an de, leşkerên ji girên Zorava û Gola ji bo destwerdanê hatin qada çalakiyê, ketin kemînê û dor li wan hate girtin. Ev hêza dijmin a dor lê hate girtin, bi temamî hate îmhakirin. Weke ku me beriya niha eşkere kiribûn, li vê derê çekek BKC û 300 fîşekên wê, çekek melez, bombeavêjek û rexta wê, termalek û gelek çente û alavên xwe xwedîkirinê hatin desteserkirin. Ev herêma dor lê hate girtin, bi piştgiriya 2 balafirên keşfê û 2 dronan, bi obus, tank û hawanan hate bombekirin. Wekî din derb li 2 helîkopterên tîpa Kobra hate xistin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 55 leşker hatin kuştin, ku hêzên me çûn ser cenazeyên 45´an ji wan û gelek leşker jî birîndar bûn. Çalakiyan welê li artêşa TC kir ku nema karibe xwe bilivîne.

26'ê Gulanê bi balafirên şer û helîkopterên Kobra bombe li gelemperiya vê herêmê hatin barandin. Bi obus û hawanan jî bomberdûman hate kirin.

Ev pêngava hêzên me hê dewam dike. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên nû wê piştre bên eşkerekirin."

Çalakî li seranserê Kurdistanê dewam dikin

Gerîlayên HPG'ê, li Bedlîs û Sêrtê jî eskerên Tirk xist. Di van çalakiyan de herî kêm 3 esker hatin kuştin. HPG'ê ragihand, roja 27'ê Gulanê hêzên gerîla li herêma Beşra ya navçeya Dihê ya Sêrtê dor li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk girtiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gerîla saet di 17:30´an de xwe berdaye nava vê yekîneya veşartî û bi çekên ferdî ji cihekî nêz li leşkeran daye.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Eskerek li vê derê hate kuştin, 3 esker jî birîndar bûn. Hêzên me çekek HK-33 (melez) ji ser leşkeran rakir. Her wiha bi çekên ferdî li leşkerên di hundirê konan de dan, lê hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin."

HPG´ê da zanîn ku 25'ê Gulanê saet 20:00´an, hêzên wan li herêma Lolbiva ya ser bi navçeya Xîzan a Bedlîsê çalakiyeke sabotajê li dijî yekîneyeke eskerî pêk anîye û di çalakiyê de yek jî berbaz 3 esker birîndar bûne.

HPG´ê wekî din zanîn ku êvara 27'ê Gulanê, li nêzî gundê Kindokê yê Xîzanê, cerdevanekî diçû wezîfeyê ji aliyê hêzên wan ve hatiye binçavkirin, çeka wî û rextê li wî hatine desteserkirin û  cerdevan hatiye hişyarkirin.

Li Colemêrg û Şirnexê jî artêşa Tirk serê xwe ranake

HPG´ê da xuyakirin ku 26'ê Gulanê hêzên wan bi çekên giran li qereqola Serbend a li navçeya Qilabanê ya li Şirnexê daye û eskerek hat kuştin.

Heman rojê hêzên YJA Starê li hemberî eskerên li girê Ronahî yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi sûîqestê çalakiyek kir û eskerek kuşt.


BEHDÎNAN