Li gundê Bêlekê yê ser bi Misirca Sêrtê, eskeran bi ser gund de girt û gundî binçav kirin. Her wiha li navenda Êlihê jî ji 20 kesan zêdetir mirovên ji gundê Bêlekê hatin binçavkirin. 

Doh sibehê, eskeran bi ser gundê Bêlekê yê Misircê ya ser bi Sêrtê de girt. Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de gelek kes hatin binçavkirin.

Bi tohmeta destekê didin Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû gundiyên li gund, hatin binçavkirin. Nayê zanîn kesên binçavkirî birine ku derê û çend kes in. Her wiha bi ser malên wan kesan de jî girtin ku salên 90’î ji vî gundî koçberî Êlihê bûbûn.

Di êrişa dagirkeriyê de ya li taxa Cûdî de, 20 gundiyên ji gundê Bêlekê hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, hejmara kesên ku li Sêrtê û Êlihê hatine binçavkirin ji 40 zêdetir e. 


SÊRT