Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ragihandin, komên çete yên girêdayî qaşo koalisyona Sûriyê ku bermahiyên komên ENKS’ê jî di nav de cih digrin, doh ji aliyê taxên El-Seken El-Şebabî û Benî Zêd ve bi çekên giran ên weke top û fûzeyan êrîşî taxa Şêxmeqûsd kirin.
Di encama êrîşî de Nadre El-Umer (42) û kurê wê Umran Hemşo (15), Fatme Şihadê (17), Ehmed Hac Elî (4) û Gulê Hisên (62) birîndar bûn. Kesên birîndar ji bo darmankirinê rakirin navenda Heyva Sor ku tekane navenda teduristiyê ya Ii taxê ye.
Êrîşa çeteyan a li ser taxê didome.
Gundê Basûfanê topbaran kirin
Komên çete yên girêdayî koalisyona Sûriyê ku bermahiyên ENKS’ê jî di nav de cih digrin, gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin. Derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Topbarana li ser gund didome.
ANHA/HELEB/EFRÎN