Li Taxa Eşrefiyê jî duh di saetên êvarê de di navber şervanên Lîwai Cebhet El-Ekrad û hêzn rêjîma Baas de pevçûn rû dan û di pevçûnên ku heta setên sibê dom kir de 3 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û 6 birîndar bûn.
Li deverên cûda ji Helebê jî di navbera çekdarên Artêşa Azad û hêzên Rêjîma Baas de pevçûn derketin, her wiha hêzên rêjîma Baas gelek herêmên Helebê topbatran dike.
Li aliyekî din Hêzên Rêjîma Baas taxa Xalidiyê bi çekên Giran topbaran dike û di encamê de ziyana canî û madî çêbû. Her wiha li herêma derdora balafirgeha Kowêris ya leşkerî di navberê hêzên rêjîmê û çekdarên muxalefetê de pevçûnên dijwar rû dan û balafirên rêjîmê herêma derdora balafirgehê bombebaran kir.
Pevçûnên li Helebê li herêmên cûda yên bajêr didomin.
HELEB