Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê, dewam dikin.
YPG'ê da zanîn ku komên çeteyan di 31'ê Gulanê bi topên cehenemê bombebaranek dijwar birin ser taxa Şêx Meqsûd û got: “Hêzên me jî cihên çeteyan ên jê êrîş dikirin, zelal kirin û di heman rojê de li herêma Şara 20 operasyonek lidarxistin. Di operasyonê de doçkak 14,5 mm û motorek çeteyan hat rûxandin. Bi qasî hat zelalkirin 4 endamê çeteyan hatin kuştin.”
Çeteyan êrîşî bajarokê Şêxler kir
Her wiha YPG'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku komên çeteyan di 31'ê Gulanê de ji çeperên xwe yên Cerablûs û başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler ê Kobanê kiriye û bi vî rengî dewam kir: “Di heman rojên de jî çeteyan xwest di pira Cerablûsê de manihek bi cih bike. Hêzên me bi operasyonekê bi ser van çeteyan de girtin û ev kom bêtesîr kirin. Di encama operasyonê de çeteyek hat kuştin."
Di dawiya daxuyaniyê de YPG'ê diyar kir ku Artêşa Tirk jî di roja 31'ê Gulanê saet di 14.00 de li dijî gundê Bobanê yê li rojavayê Kobanê êrîş lidar xistiye.
NAVENDA NÛÇEYAN