Navendê da xuyakirin ku hêzên wan derbên giran li çeteyên êrişî taxa Şêxmeqsûd kirî dane û ragihand ku di encama bersivdayina hêzên wan de 36 çête hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şerê dijwar de tankek û depoyeke cebilxaneyê ya çeteyan hat ruxandin û wiha hate gotin: “Di şer de ku hê jî bi awayekî dijwar dewam dike, heta niha bi qasî hatiye zelalkirin 36 çete hatine kuştin û 70 çete jî hatin birîndarkirin.”

YPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku 4 şervanên YPG’ê yên ku ji bo şikandina êrişên çeteyan bi awayekî fedayî şer dikir, gihiştine şehadetê.


Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şêxlerê kir

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê jî di 5’ê Nîsanê de ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êriş birin ser bajarokê Şêxler a li Başûrrojavayê Kobanê. 


18 kesî jiyana xwe ji dest da

Hejmara mirovên ji ber êrişên çeteyên KNS û ENKS'e yên li hemberî taxa Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dayî, gihişt 18´an.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, êrişên çeteyên KNS û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd bi tundî dewam dikin.

Hejmara mirovên ji ber êrişên çeteyan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dayî, gihişt 18´an. Tê gotin 70 kes birîndar in û hîna bi sedan kes di binê xirbeyên avahiyan de mane.

Êrîşên çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê û ENKS’ê yê li hemberî taxê hê jî dewam dikin. 


 HELEB






‘Em bêdengiyê şermezar dikin’


Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê, bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û herêma Şehba şermezar kir û bang li  li hêzên navneteweyî kir da ku bes bêdeng bin.

TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji destpêka îlankirina agirbestê li Sûriyê, komên çete yên weke Ehrar El-Şam, Tûgaya Sultan Murad, Tûgaya El-Fetih, Firqa 16, Ceyîş El-Mucahidîn, Kombûan Festeqim Kema Umêrt, Tabûrên Nurddîn Zenkî û Firqet El-Şemal ên girêdayî Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê, dest bi êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.

TEV-DEM'ê her wiha bêdengiya navneteweyî û nexasim a Kordînasyona Taybet a Agirbesta Sûriyê ya hevbeş a Rûsya û Emerîkayê li hember van êriş û komkujiyan şermezar kir. 

TEV-DEM'ê di dewama daxuyaniya xwe de bang li gelên Sûriyê kir da ku helwêsta xwe ya li hemberê komkujiyên bi destê çeteyan, nîşan bide. 


 NAVENDA NÛÇEYAN