Ji 29’ê Adarê ve dewleta Suriyeyê li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi balafiran û topên hawanê êrîşan pêk tîne. Jiber topbaranên li ser taxên Kurdan bi dehan sivîlan jiyan xwe jidest dan û gelek kes berîndar bûn. Di encama êrîşan de herî kêm 150 hezar kesan malên xwe terk kirin û koçî bajarên Efrîn û Kobanê kirin.

Li gel hemû êrîş û tengasiyên jiyanê jî, gelek welatiyan jî malên xwe terk nekirin. Di bin rewşa awarte de Mala Gel a Şêxmeqsûd Şerqî li van welatiyên ku tevî rewşên dijwar û êrîşan de malên xwe terk nekirine alîkarî belav kir. Komîteya Mala Gel a ji alîkariyan berbirsyar li 260 malbatên Ereb û Kurd alîkarî belav kirin.
Derbarê belavkirina alîkariyan de berpirsyarê belavkirina alîkariyan Yûsif Yûsif diyar kir ku pêdewîstiyên wekî birinc, rûn, meqarna, çay û şekir li 260 malbatên Kurd û Ereb belav kirine. Yûsif da zanîn ku wan di belavkirina pêdewîstiyan de cûdatiya gelan nekiriye û alîkariyê daye hemû malbatên li cihên xwe mayîne.
Yûsif, bang li sazî û rêxistinên mafê mirova yên navnetewî jî kir ku destê alîkariyê dirêjî koçberan bikin.

HELEB