Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo salvegera 2`yê a êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê dikanên xwe hemû girtin û şîn ragihandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 20`ê Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir. Di encama wê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi sed hezaran jî neçarî koçberiyê bûn.

Ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê şîn ragihandin û dikanên xwe hemû girtin.

Her wiha Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) biryara betlaneyê ji tevahî dibistanan re da.

 

ç