Li navçeya Seyîdsadiq pêşangehek ji bo wênegirekî û jineke ciwan a şêwekar hate vekirin. Li avahiya Fakûlteya Perwerdeya Zanistê Mirovan a girêdayî Zanîngeha Silêmanî, li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmanî doh pêşangeheke hunerî hate vekirin. Mamoste û xwendekarên zanîngehê beşdarî pêşangehê bûn.Di pêşangehê de 25 tabloyên wêne û şêwekariyê hatin nîşandan. 15 tablo yên xwendekara şêwekar Çiro Selahadîn û 10 tablo jî yên wênegir Helo Cebarî bûn. Di tabloyan de jiyana xelkê navçeya Seyîdsadiq dihat nîşandan. Her wiha bal hate kişandinî ser azadî û hezkirinê. Di pêşangehê de bi giştî ji 25 fotograf û 105 ji wêne hene. Wekî din 10 tabloyên li çîroka Selhedîn û hevalên wî ku wênegir Helo Cebrail çêkirin û tebloyên din ji xweza û jiyana asayî ya welatiyên li sînorê Seyidsadiq bi şêwekeyî herî azad dide diyarkirin. Armanca sereke ya lidarxistana vê pêşangehê bi hev re bikaranîna fotograf û resman bû ji bo bala xwendekaran bikişîne ser xwe. ROJNEWS/SEYIDSADIQ