Festîvala Shubbak a ku biennialek e, 28´ê Hezîranê dest pê dike îsal û wê li paytexta Ingilistanê Londonê 150 hunermendên ji welatên Ereb bîne cem hev. Lê bila ev navê welatên Ereb kesî nexapîne, lewma di festîvalê de di beşa wêje de rûniştinên taybet ên “roniya ser dikê” hene. Di nava van de ji bilî Malu Halasa ya bi Erebî li Londonê dinivîse û romannûsa ji Sûrî Dima Wannous du nivîskarên Kurd jî hene. Bextiyar Elî û Kerîm Ebdurehman wê di vê festîvalê de bi wergerên kitêbên xwe amade bin ku bi gotinên “wergera nû ya harîqulade ya fîksiyonên Kurdî” hatine danasîn.
LONDON