Şeva ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir, Nazlî Turan li ser navê Meclisa Jinan ya Berçem axaftina vekirinê kir. Turan silav li şoreşa gel ya Rojava û artêşbûyîna jinan kir û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku, piştgiriyek xurt bidin Rojava.
Martin Grebner jî li ser navê Partiya Çep ya Siegenê axivî û da diyarkirin ku, ew piştgiriyê didin şoreşa Rojava û ew di nava piştevaniyê de ne. Di şevê de Alîkara Seroka Partiya Çep ya Kolnê Hamîde Akbayir, Parlementera berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Uca, Alîkarê Serokê YEK-KOM’ê Bahatîn Dogan axaftin kirin û banga piştevaniya bi Rojava re kirin.
SIEGEN