Bîranîn ji bo 27 gerîlayên di dem û cihên cûda de di meha Çile û Sibatê de jiyana xwe jidest dane pêk hat. Merasîma bîranînê li bajarê Silêmanî li Hola Saya bi bejdariya Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer, Endamê Deseya Rêvebir Hesen Cûdî, Parlementera berê a Goran Nesrîn Cemal û Koystnan Mihemed, Şêx Zahir bavê şehîd Sukrîw, Xuşka Mame Rîşe Şewket Xan û bi tevlîbûna bi dehan malbatên cangoriyan di merasîmê de amade bûn.


Ji bo gel canê xwe dan

Sînevîzyona ku li ser jiyana gerîlayên jiyana xwe jidestdane hat nîşandan. Herwiha di merasîmê de ji aliyê Malbatên Şehîdan ve 27 fînd hatin pêxistin. Piştî nîşandana sînevîzyonê li ser jiyan û serpêhatiya gerîlayên jiyana xwe jidestdane Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Silêmanî Abdulwehab Ahmed axivî û got: “ Ez di destpêkê de bejna xwe li beranberî şehîdan ditewînim û wan ji dil û can bi bîrtînim. Şehîdên me ji bo jiyanek azad û bi rûmet şehîd ketine û wan bi canê xwe rêyek ronak ji bo gelê xwe afirandine. Ji ber wê çendê emê herdem li pey doz û armanca wan bin.”

Şehîd me anîn vê rojê
Piştre Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer axivî û got: “Gelê Kurd xwedî dîrokek bi têkoşîn û bi rûmete. Eger gelê Kurd gihiştiye vê astê bi saya wan hevalên ku têkoşîn kirine û  heya  gihane asta şehadetê ye. Ji bona wê em herdem deyndarê şehîdên xwene.” Di dawiya merasîmê de jî Şêx Zahir bavê gerîlayê jiyana xwe jidestdaye Surkîw wiha got: “Tevî şehîdên 17’ê Sibatê hemû şehîdên gelê Kurd bi hirmet bibîrtînim û bejna xwe liber wan ditewînim. Ev şehîd di rêya azadî û demokrasiyê de şehîd ketine.” Di dawiyê de jî bi duruşmên “Şehîd namirin”, “ Bijî Serok Apo” merasîm bidawî bû.

DÎHA/SILÊMANÎ