Enstîtûya Kelûporên Kurdî li Silêmanî ev 16 sal in li ser deng û nivîsên kevnar ên her çar parçeyên Kurdistanê lêkolînan dike. Li Enstîtûya Kelûpora Kurdî bi deng, reng û nivîsan heta niha arşîveke baş hatiye tomarkirin û hîn jî xebatên enstîtuyê didomin.
Saziya Enstîtûya Kelûporên Kurdî dikeve tenişta Parka Azadî ya bajarê Silêmanî. Di 2003’an de ji aliyê Hunermendê Kurd Mezherî Xaliqî ve bi armanca komkirina nivîs, dengên wendabûyî yên di nava folklora Kurdî de, hatiye damezrandin.
Ev enstîtû bi rêya karmendên xwe li hemû gund, navçe û bajarên her çar parçeyên Kurdistanê dengên resen û nivîsên kevnare kom dike. Armanca sereke ya enstîtûyê ew e ku bi berdewamî wêje û folklora Kurdî bi hemû zaravayan dewlemend bike. Navendeke wê li Dihokê jî heye.
Bi beşên cihê gelek kar
Navenda Enstîtûya Kelûporên Kurdî ji avahiyeke 5 qet û 5 beşên cûda pêk tê. Hundirê avahiyê bi tablo û wêneyên jiyana Kurdewarî hatiye xemilandin. Di Hola Pêşwaziyê de hin wêne hatine danîn. Her wiha 2 bazarên biçûk yên taybet bi kelûpor û albûmên hunermendan hatine danîn.
Beşa Çap û Lêkolînan li ser du beşan kar dike, ew jî deng û nivîs in. Her stranbêj an jî deng tê ber destê wan, jînnameya wî/ê stranbêjî/ê an jî dengbêjî bi zaravayên Soranî û Kurmancî tên amadekirin. Piştî wê dengê wî/ê li studyoyê ji nû ve tê tomarkirin an jî nûjenkirin.
Şîrove û lêkolîn li ser van dengan ji aliyê kesên pispor û şareza ve tên kontrolkirin ku hinek ji van mamostayên zanîngehê ne. Heya niha 240 pirtûk li navendê hatine çapkirin û nêzîkî 70 albûmên hunermendan jî hatine tomarkirin.
‘Em li pey çîrokan diçin’
Berpirsyarê Çap û Lêkolînan Yasîn Hisên li ser karên xwe got: “Em li gorî dîrokê tevdigerin. Ji bo mînak kesek stranek gotîbe, em li pey dîroka wê stranê diçin ka çi ye, li kû ye û di kijan demê de stran gotiye? Bi awayekî berfireh em lêkolînan li ser dikîn.”
140 cûre govendên Kurdî hene
Yasîn Hesen bal kişand li ser cûrên govend û dîlanan û got: “140 cûrên Govenda Kurdî hene. Her yek ji van govendan pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye. Ji bo mînak di govendan de jinên Kurd ti carî serî netewandine û bi serbilindî şahiya xwe kirine. Ev jî taybetmendiyeke xwe heye.”
Tesnîfkirineke bi rêk û pêk
Beşê Deng û Reng yek ji beşên herî giring yên vê enstîtûyê ye. Ev beş berhemên kevnare yên girêdayî foklora Kurdî kom dike. Ev berhem û stran li gorî dîrok û wêneyan qonax bi qonax tên tesnîfkirin. Karmenda beşê Deng û Reng Şêba Mihemed got: “Em safî û amadekirina stranê dikin û piştre ji bo stûdyoyê dişînin. Ji wir jî derbasî beşê Çap û Lêkolînê dibe jî bo dîzaynkirinê. Herî dawî jî tê berdestê me û em wan bi giştî kontirol dikin û li bazarê belav dikin.”
Çalakî û bernameyên hunerî
Her wiha li enstîtûyê pirtûkxaneyek jî heye. Li wir bi zimanên cihê 12 hezar pirtûk hene.
Di avahiyê de salonek mezin heye. Tê de zêdetirî 300 kursiyî hene. Di vê salonê de çalakî û konserên hunerî tên lidarxistin. Lê ji ber krîza aborî çalakî gelek kêm bûne.
SILÊMANÎ/ROJNEWS