3. Festîvala Hingiv li Silêmaniyê destpê kir Di festîvalê de bi sedan cureyên hingivan hatin nîşandan.

Li Silêmaniyê 3. Festîvala Hingiv doh dest pê kir. Di festîvalê de bi sedan cûrên hingiv hatin nîşandan.

Festîval ji aliyê Komeleya Hingivînvanên Kurdistanê û bi alîkariya qaymeqamê Silêmanî hate amadekirin. Wê festîval sê rojan berdewam bike. Di festîvalê de 25 hingivînvanan hingivên xwe nîşandan. Her wiha bi sedan cureyê hingiv hate nîşandan. Piranî hingivê Herêma Kurdistanê ye.

Li Silêmaniyê ev sê sal in festîvala hingiv tê lidarxistin. Festîvala giştî ya hingiv a Herêma Kurdistanê jî salê carekê tê lidarxistin. Di festîvalê de ji bilî hingiv gelek berhemên din ên xwemalî yên weke, goz, mewîj, qeysî, avhinar (silke) û gelek berhemên din hatine nîşandan.

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS