Festîvala Filmên Navnetewî ya Silêmaniyê ya 4´an bi dayîna xelatan bi dawî bû. Xelatên festîvalê dan 15 kesan ku di nava wan de berhemên hunermendên ji Bakur, Başûr û Rojhilat jî hebû. Derhênera jin a ji Başûrê Kurdistanê Jîno Hadî jî xelata zêrîn a festîvalê wergirt.
Di çarçoveya festîvalê de hefteyekê de 134 filmên kurt û dirêj ku 44 ji wan Kurdî bûn, hatin nîşandan. Ev film ji 79 welatan bûn. Film li hola City Sinema û Sînema Salim hatin nîşandan.
Merasîma xelat dayînê li Talarî Huner ya bajarê Silêmanî birêve çû. Hunermend Hanî û Hejar Zehawî hunerê xwe pêşkêş kirin. Xelata filma herî baş yê navneteweyî hêjayî filma ‘Rojek ji rojan li Kurdistanê’ hat dîtin; ev filma derhêner Jîno Hadî bû. Xelata zêrîn a baştirîn Belgefilma navxweyî jî hêjayî ‘Diyalog’ hate dîtin ya ku derhêriya wî Selîm Yildiz kiriye.
Xelata Zêrîn a baştirîn filma dirêj jî ji filma ‘A tale of 3 sisters’ a derhêner Emîn Alper çû. Xelata zêrîn a baştirîn derhênerê filma dirêj jî Reza Mirkerîmî ji bo filma ‘Qesrî Şîrîn’ wergirt.
ROJNEWS/SILÊMANÎ