Li Silêmanî meşa li dijî şîdeta mêr
Li Silêmanî doh bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya têkoşîna Li Dijî Şideta Ser jinan bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) hate organîzekirin.
Meşa bi şîara “Em ê bihevre li dijî şîdetê rabin” ji Baxê Giştî destpê kir û heya Parka Dayîk a bajêr dewam kir. Nûnerên gelek rêxistinên jinan yên weke KJAR, Kongra Star, Bakurê Kurdistanê yên ji beşên din yên Kurdistanê jî beşdar bûn. ROJNEWS / SILÊMANÎ