DILŞAD XOŞNAW

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Li bajarê rewşenbiriyê Silêmanî yek ji navendên keleporê JÎN; gelek kovar, rojname, destnivîsên dîrokî dihewîne. Niha li vê navendê gelek berhemên giranbûha têne arşîvkirin. Her wiha JÎN malovaniyê ji berhemên nû yên wêjeyî û rojnamevanî re jî dike.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê navenda Jînê bi hezaran dîmen, kovar, rojname û destnivîsên Kurdî yên kevin bi kesên ehlî kar dide paqijkirin û rastkirin .Bi vî rengî wan li kelepora Kurdî zêde dike.

Li Silêmaniyê gelek navendên ji bo pêşxistina vejiyandina edebiyat, huner û rojnameriyê hene. Yek ji van navendan jî navenda Jîn a ji bo vejandina çanda rojnamegeriya Kurdî ye. Ev 15 sal e ev navend ji bo zindîkirina rojname, destnivîs û edebiyatê kar dike.

Yek ji damezrenêrê navenda Jînê Sidîq Salih li ser dîroka navendê axivî û diyar kir ku navenda Jîn fikrê Newşîrwan Mistefa bûye û wiha peyivî; “Peywendiya rewşenbîrî ya min û birayê min mamosta Refîq li gel wî hebû. Wê demê xerîkê nivîsandina dîroka rojnamgeriya Kurdî bû. Di bin berpirsiya wî û mamosta Refîq de pirtûkxaneyek dewlemend heye û gelek pirtûk, govar û rojname tê de ne.”

Erkeke niştimanî ye

Her wiha Salih li ser dema destpêkirina karê xwe jî got; “Di sala 2000’an de projeya zindîkirina rojname û govara Kurdî dest pêkir. Di vê der barê de kesên wek Dr. Kemal Fuad û mamoste Cemal Xeznedar kar li ser vê yekê kiribûn û me ev karê wan gelek girîng didît. Me xwest em vê projeyê bidomînin. Hemû hejmarên kovar û rojnameyên Kurdî bi dest nakevin, ew ên hene jî di rewşeke gelek xerab de ne. Ji bo vê em vî karî ji bo xwe weke erkek niştimanî dizanin.”

Ji gelek beşên cihê pêk tê

Salih diyar kir ku dema wan ji nû dest bi vî karî kir dezgeheke wan tine bû û wan di mal de karê paqijkirina kopyekirina wan rojnameyan dikir. Salih anî zimên ku vê yekê demek dirêj bi xwe re dibir û wan her yek ji wan du caran li dezgehên Silêmaniyê çap dikir.

Di Adara 2004’an de navenda bi Jîn destûra fermî ji Wezareta Rewşenbîrî ya îdareya Silêmanî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan wergirt. Di Tebaxa 2004’an de dest bi kar kir.

Li ser hilbijartina sedemê navê Jîn jî Sidîq Salih anî zimên ku ji bo zindîkirina navê Kovara Jîn û zindîkirina navê rojnameya Pîremêrd e û wiha domand: “Li Navenda Jîn gelek beş hatine vekirin, beşa Makro Film jî beşek ji vê ye. Ev beş ji bo wergirtina belgename, destnivîsa pirtûk û rojnameyan e. Bi rêya Makro Film ew kel û pel dikare 400 sal bê parastin û bimîne. Beşek din jî ya deng û reng e. Divê beşê de jî vîdeo û wêne tên parastin.”

Berhevkirina destnivîsên kevin

Beşek din jî ya di nava navenda Jîn de, beşa komkirin û parastina destnivîsê ye. Di vê beşê de zêdetirî 600 destnîvîsên îsal heye. Ev yek ji bilî yên kevin e.

Li Navenda Jîn sindoqeke taybet ji bo rakirina destnivîs, babetên binirx û yên girîng heye. Divê sindoqê de, destnivîs li gorî zanistê hatine dabeş kirin. Zindîkirina destnivîsên kevin beşeke girîng yê navenda Jînê ye.

Karmendên jêhatî

Di vê beşê de hinek karmendên perwerde kirî hene û pêre mijûl dibin. Salih li ser vê yekê jî got: “Em niha bi kel û pelên xirabûyî ve mijûl in. Em wana paqij dikin û çareser dikin. Li vir em vana nû dikin û zêde dikin.”

Beşa berg yê destnivîs, rojname û kovarên kevin jî beşek din ê navenda Jînê ye. Navenda Jîn li ser vê yekê jî kar dike û ji bo zindîkirinê xebatan dimeşîne. Ji bo beşa berg çermê xwezayî tê bikaranîn.

Ji gelek keloporan berham hene

Pirtûkxane beşek din ê girîng yê vê navendê ye û gelek girîngî pê tê dayîn. Cihek mezin jêre hatiye veqetandin. Di pirtûkxaneyê de cih ji bo zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Tirkiya Osmanî, Farisî, Ingilîzî û Frensî hatine veqetandin. Hinek ji nivîskar û rewşenbîr jî pirtûkên xwe pêşkêşî navenda Jînê kirine. Pirtûkxaneya Hîlal Nacî ku rewşenbîrekî mezin ê Ereb bû daxwaz kiribû ku pirtûkxaneya xwe bide Celal Telebanî. Lê ji ber nexweşiya Telebanî ev yek pêknehat. Divê pirtûkxaneyê de nêzîk 11 hezar pirtûk hene û pêşkêşî navenda Jîn hatine kirin.