Pêr êvarê li ser Rêya Salim a Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Azadî girseya ku xwest bi meşekê tecrîda girankirî ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar bike, rastî astengiya hêzên polîsan hat.

Piştî ku girseyê li ser çalakiya xwe israr kir, hêzên polîsan bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir. Hêzên polîsan gelek xwepêşandêr birîndar kirin, nûçegihanê Newroz TV Afat Baz ku li cihê çalakiyê weşana zindî dikir, jî di nav de herî kêm 12 kes hatin binçav kirin. Ji binçavkiriyan 5 rojnameger bûn û weşana zindî ya li cihê çalakiyê dihat kirin. Hêzên polîs kamereya nûçegihanê Newroz TV Afat Baz jî şikand.

Piştî ku gel çalakiya xwe dewam kir û diyar kirin ku heya hevalên wan neyên berdan wê dest ji çalakiya xwe bernedin, hêzên polîsan neçar man di encama berxwedana girseyê de, binçavkiriyan berdin. Piştî ku kesên hatin binçavkirin hatin berdan çalakî bi dawî bû.

 

Êşkenceya bi elektrîkê

Rojnameger Afat Baz ê zêdetirî 3 saetan binçavkirî ma, got, polîsan di wesayîta xwe de bi elektrîkê êşkence lê kiriye û şîdet bi kar anîye. 

Di çalakiyê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemmed Abdullah li hember êriş û binçavkirinan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku astengkirin xizmeta polîtîkayên dewleta Tirk dike.

Rojnameger Karwan Îbrahîm ê hatî binçav kirin jî got; “Çalakî ji bo şermezarkina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bû. Ez jî weke rojnamegerekê beşdarî çalakiyê bûm û min dişopand. Wêneyê çalakiyê digirtin. Dema  wênegira min di destê min de bû, endamekî asayîşê daxwaza nasmeya min kir, min nasnameya xwe nîşan da. Êdî ji min re got were xwarê. Piştî hingê sê kesên din ji endamên ewlehiyê hatin. Bi zorê ez anîm xwarê û birim. Bi lêdan û gotinên nexweş û bi zorê ez birim. Em birin asayîşê. Helwêstekî gelekî ne mirovî û ne demokratîk li hemberî me kirin, wênegira min ji min standin.”


 Hevserokê Tevgera Azadî birîndar bû 

Hevserokê Tevgera Azadî yê Herêma Silêmaniyê Hacî Azad jî di êrişa polîsan de birîndar bû. Hacî Azad li ser bûyerê got; “Di çalakiyê de, em nêzî 10, 12  kesan birîndar bûn. Birînên me ne zêde giran bûn. Hinek jin jî birîndar bûn û bêrêzî li hember wan kirin. Aranca wan dilxweşkirina dijmin e. Êrişên wiha di berjewendiyên gelê Kurd de nînin.” 


Li gorî daxwazên Îran û Tirkiyê tevdigerin

Li ser êrîşên Asayîşa Silêmanî endamê Komîteya ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê Faîq Gulpî diyar kir, polîtîkayên partiyê Başûrê Kurdistane berevajî daxwaz û hêviyên gel in, li şûna vê bêhtir dêhna xwe didine ser polîtîkayên mêtingeran, giringiyê bêhtir didine ser wan.

Têkildarî êrîşa Silêmaniyê Gulpî got: “Hêzên desthilatdariya herêmê bêhtir girîngiyê didine daxwazên dewletên Tirk û Îranê. Ev rewş nayê qebûlkirin. Weke encama dîplomasiyê ya di navbera dewleta Tirk û herêma Kurdistanê de ev bertek derkete holê. Divê were zanîn, em ê li hemberî van bi paş ve gav neavêjin. Gelê me jî, heya ku siyasteke di berjewendiya yekîtiyê de, siberoja azad de pêk were, divê têkoşîna xwe bidomîne. Ya herî girîng heya ku Ocalan azad bibin, divê tim di nav çalakiyan de bin.” 


 SILÊMANÎ