Li Silêmanî pêr du pêşangehên wêneyan ku yek li salona Azad Şewqî ya Silêmanî û ya din jî li salona Mûzexaneya Silêmaniyê hatin vekirin. Endamê komîteya lidarxistina pêşangehan ji Rojnews re axivîn û diyar kirin ku wan pêşangeh bi armanca yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanê vekirine.
‘Em bi wêneyên xwe Kobanê ronî dikin’
Yek ji endamên komîteya amadekar ên pêşengahan Rajan Rizgar Ebdullah wiha peyîvî; “Me bi sernavê ‘Em bi wêneyên xwe Kobanê ronî dikin’ pêşangehek wêneyan vekir. Armanca me ya vekirina vê pêşangehê jî her çendî kêm jî be, em dixwazin dahata peşangehê bişînin ji Kobanê re.”
Her wiha endamê komîteya Ji nû ve Avakirina Kobanê yê Başûrê Kurdistanê Tenya Kemal Derwêş jî got ku ew weke nûnerê komîteya ji nû ve avakirina Kobanê bi alîkariya rêveberiya rewşenbîrî ya Silêmaniyê û çend hunermendan ew pêşangehek hûnerî vekir.
Dilsozî û piştgirî ji Kobanê re
Tenya Kemal Derwêş di dewama axaftina xwe de wiha jî peyivî; “Armanca me ya ji bo vekirina van pêşangehan li aliyekî em dilsozî û piştgiriya xwe ya bi gelê Kobanê re diyar bikin. Li aliyê din jî kêfweşiya xwe ya ku di rojek wiha ya rizgarkirina Kobanê de ev xebate me pêk aniye. Ev tabloyane hemû ji aliyê çend hunermendên birêz ve hatine nexşandin.”
‘Me jî erka xwe bi cîh anî’
Her wiha rêveberê Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê Babekir Direyî ku tevlî yek ji du pêşangehan bû, wiha got; “Berxwedana Kobanê ku bi saya gerîla, şervanan û pêşmergeyên leheng em ber bi serbilindî û pêşketinek mezin de birin, me jî weke erka xwe li hemberî vê lehengiya wan ji bo alîkariya Kobanê xebatek wiha kir.”
Di dawiyê de Babekir Direyî got; “Îro ev pêşangehe ku di encama xebatek hevbeş a çend hunermendan ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê hatiye vekirin, weke serbilindiyeke ji bo me ku em bikaribin piştgiriya vê berxwedana bê hempa bikin. Em ji bo Kobanê çi bikin jî Kême.”
SILÊMANÎ