'Cemaetê dewlet xistiye bin kontrola xwe'
Di axaftina xwe de Îsmaîl behsa siyaseta dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd dimeşîne kir û balkêşa ser axafitinên Fethullah Gulen û got “Dewleta Tirk niha jî bi rêya bikaranîna ola îslamê dixwaze gelê Kurd bixwe ve girêbide û tekoşîna gelê Kurd têk bibe. Vê yekê jî bi destê Fethullah Gulen û AKP’ê pêk tîne. Fethullah Gulen di bangewaziyên xwe de rê û rêbazên qirkirina Kurdan nîşanî mûrîdên xwe dide. Wek tê zanîn bi rêya cemaeta xwe dewleta Tirkiyeyê xistiye bin kontrola xwe. Ev kes ji sala 1999’an heya niha li Emerîka dijî û di ber destê Emerîka de ye. Erdogan û Dawutoglu jî mûrîdê wî ne. Îro polîtîkayên ku AKP li ser gelê Kurd dimeşîne encamên vê yekê ne”. Di dewama axaftina xwe de Rêkewt Îsmaîl behsa rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got; “Abdullah Ocalan ji bo nêrînên xwe bigehîne me di şertên Îmralî de parêznameyên berfireh nivîsandin. Di van 5 hezar rûpelan de dahûrînên berfireh hene. Rêka azadî û yekîtiya gelê Kurd jî di van parêznameyan de hatiye destnîşankirin”. Di dawiya axaftina xwe de Îsmaîl got ; “Ger em dixwazin xwedî li Ocalan derbikevin divê em nêrînên wî fêr bibin û parêznameyên wî bixwînin. Divê em him di çapemeniya Kurd de û him jî di raya giştî ya cîhanê de jî nêrînên Ocalan û rewşa Ocalan bikin rojev.”
Piştî gotara Rêkewt Îsmaîl Endamê Komîteya Parastina Tendurustî û Azadiya Ocalan Dr. Fayiq Gulpî axaftinek kir û bal kişand ser nêzîkbûna salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd û got; “Di vê sedasala dawî de ji aliyê hêzên navdewletî ve li dijî gelê Kurd gelek komplo hatine lidarxistin. Komploya herî dawî û ya herî mezin jî di 15’ê Sibata 1999’an hate pêkanîn. Bi dîlgirtina Ocalan xwestin car din vîna gelê Kurd bişkînin”.
Gulpî di axaftina xwe de behsa bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî xwe şewitandina bi dehan mirovên Kurd kir û di vê navberê de kêliyên hestyar hatin jiyîn. Gulpî got “Van mirovan bi çalakiyên watedar canê xwe dane ber agir. Ji wan re digotin terorîst. Lê wan xwe di ti rayadarekî de an jî şûn û mekanekî dewletê de ne şewitandin. Wan ji bo pûçkirina komployê xwe kirin agir”.Dr. Fayiq Gulpî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd di şertên Îmraliyê deberxwedanek mezin dike û hemû mafên wî yên siyasî, huquqî, takekesî tên binpêkirin û got “Di nava van şertan de jî dewlet tecrîdê dişidîne. Hevdîtinan asteng dike. Di dema derbasbûyî de hin mûdaxaleyên fîzîkî jî pêk anîn û xwestin di Îmralî de jehrî bikin. Piştî ku ev yek deşîfre jî bû vê carê jî înkar kirin”. Gulpî got ku nêzîkê 6 meh in rê nadin ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were û gotinên xwe wiha qedand “Dewleta Tirk dîsa li dijî Ocalan tevahî zagonan bin pê dike. Divê gelê Kurd di vê mijarê de şiyar tev bigere û rê nede van kiryarên dij mirovane.”
ANF/SILÊMANÎ