RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ


Mûzeya Şehîdên bi destê çeteyên DAIŞ'ê li Mûzexaneye Emnesoreke ya li bajarê Silêmaniyê hat vekirin. Di mûzeyê de wêne û bermahiyên 4 hezar û 100 şehîdê bi destê çeteyê DAIŞ'ê yên li çar parçeyên Kurdistanê hatin nîşandan. 

Bi amadebûna gelek berpirsên hikûmî, hizbî û welatiyan îro mûzeya şehîdên bi destê çeteyê DAIŞ'ê li mûzexaneya nîştimanî Emnesoreke hate vekirin. Mûze teybete bi nîşandana wêne û bermahiyên şehîdên destê DAIŞ'ê. Rêveberê Giştî yê Mûzexaneya Niştîmanî ya Emnesoreke Ako Xerîb der barê mûzeya şehîdên bi destê DAIŞ'ê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got "Mûzexaneya şehîdên li dijî terorîstên DAIŞ'ê yek ji porjeyên girîng ên Emesoreke ye. Em ji destpêka şerê DAIŞ'ê ve difikirin ku bermahiyan kom bikin û mûzexaneyekê jê pêk bînin. Ji bo vê armancê jî me di 25'ê Gulana 2015'an  de dest bi kar kir û piştî 16 mehan em gihiştin wê astê ku îro mûzexaneyê vekin."

Xerîb têkildarî pêkhatina mûzexaneyê jî got, "Hejmarek wêneyên Şehîdan tê de ye. Ev der bûye sêwaneke neteweyî. Tenê şehîdên Başur nînin, şehîdên Rojava jî tê de hene. Li vir nêzî 2 hezar û 400 şehîdên Rojava danîne. Her wiha hezar û 755 şehîdên Başûr jî hene. Ji vê hejmarê me wêneyê hezar û 152 şehîdan daniye. Ew ên ku bi dest me neketin jî me navê wan nivîsiye. Her wiha me hinek bermahiyê şehîdan jî nîşan dane."

 Ako Xerîb wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me rola çapemenî û tendirûstiyê jî li ber çavan girtiye û me karên wan jî nîşan daye. Me weke peykar nîşan dane." Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê li Başûrê Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed jî got, "Em vekirina vê mûzexaneyê weke  rojeke mêjoyî dibînin. Ev yekem car e ku ciwanên çarparçeyên Kurdisanê bi hev re li dijî dijminan radiwestin. Em hêvîdar in ku Kesûkarên van şehîdan jî di asta yekîtiya neteweyî de wek hev bin. Di xebatên neteweyî û têkoşîna ji bo yektîya neteweyî de hewl bidin."