Navenda jinê vekir
Birêveberê desteka birêvebirina Navenda Jîn Refîq Salih der heqê pirtûkxaneyê de agahî dan û diyar kir ku di pirtûkxaneyê de bêtirî hezar û 750 pirtûk hatine pêşandan, 375 ji wan bi zimanê kurdî, hezar û 298 jî bi zimanê erebî, 60 bi zimanê farisî ne û pirtûkên din jî bi zimanên tirkî, rûsî û îngilîzî hatine nivîsandin.Salih destnîşan kir ku digel wê pirtûkxaneyê, komek kelûpelên taybet ên Xal wek cil û berg, album û kelûpelên wî yên taybet hatine pêşandan.Navenda Jîn, navendeke nehikûmî ye û taybet e bi kom kirin, parastin û belavkirina belgename û destnivîsên kelepûrî yên kurdî ye û di sala 2004’an de li Silêmaniyê hate avakirin.
Mîhrîcana Kelarê
Komên ku ji welatên cîhanê ji bo ku tevli mîhrîcana Kelarê bibin gihîştin Silêmanî û Hewlêrê. 2’yemîn Mîhrîcana Çanda Gelan a li Kelarê îro dest pê dike. Mîhrîcan bi beşdariya 14 welatan dest pê bike. Ji Komîsyona Pêşwazîkirina Kom ênn Beşdarên Mîhrîcanê Xefûr Ebdullah der heqê mîhrîcan û komên tevli mîhrîcanê dibin de agahî dan û wiha axivî: “Duhî Tacikistan, Brezîlya, Bolîvya bi riya Balefirxaneya Hewlêrê û Îran, Swêd, Yewnan, Qibris û Misir jî bi riya Balefirxaneya Silêmaniyê ve gihiştin herêmê.” 2’yemîn Mîhrîcana Çanda Gelan bi çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê Wezareta Çandê ve û bi hevkariya Rêveberiya Germiyanê li bajaroka Kelarê tê sazkirin.
SILÊMANÎ