Kemal Hemeriza bal kişand ser astengiyên ku asayişê ji bo di konsera Kelar de derxist û wiha got: “Pêwîsbû ku ji bo konserek bi armanca alîkariyê hatiyê amadekirin, her kesê ku baweriya wî bi mirovahiyê heye û li beramberî êşê ku gelê me yê Wanê di mercê herî zahmetde vê zivistanê jiyan dike dilê wan bi rahmba li şûna astengî pêwîstbû ku alîkarî daban. Lê mixabin hîn li vê herêmê em nizanin alîkarî çiye û ji bo kê alîkarî tê dayîn”
'Ez bi beşdariya vê konserê pir kêfxweş im'
Hunermenda Kurd Çopî Feteh jî li ser van konseran hestê xwe anî ser ziman û got: “Dema ku ji bo konseran ji min re hat gotin ez pir keyfxweş bûm. Ji ber ku em wek hûnermend ne tenê di demê keyfxweşiyê pêwîste di her demê de em li gel gelê xwebin. Ji ber vê yekê jî min bê beramber ev daxwaza Kampaniya Çetir qebûl kir. Ez ji bo armancek wisa pîroz bi hatina xwe ya Başûrê Kurdistanê pir keyxweşim.”
Di berdewama konserê de her hûnermendê derket ser dikê dilsoziya xwe ji bo gelê Wanê anî ziman. Konser heya derengê şevê berdewam kir. Di konserê de sendoqê alîkariyê jî hate dayîn. Gelê ku beşdarî konserê bûn, li gor derfetê xwe alîkariya xwe avêtin sendoqan.
ÊRÎŞ QOSER - DÎHA/SILÊMANÎ
Xwendekaran komkujî şermezar kirin
Xwendekarên Zaningeha Selahaddinê û Koleja Adapê bi daxuyaniyekê komkujiya li gundê Roboskiyê ku 35 welatî lê hatin qetilkirin şermezar kirin.
Ciwanên Welatparêz ên Zaningeha Selahaddinê û Koleja Adapê bi daxuyaniyekê komkujiya li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebana Şirnexê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de gelek xwendiwan beşdar bûn. Komê dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bakûr, Başûr, Rojhilat yek armancû yek xebat” û “Bijî yekitîya gelê Kurd” berz kirin. Endama Ciwanên Welatparez ê Başûrê Kurdistan Ciwan Kurdistan daxûyanîye xwend. Kurdistan diyar kir ku ev komqûjîya qilaban bi zanebûn hatîye pekanîn. Kurdistan diyarkir ku bi komqûjîyên wek Halepçe, Qilaban û hwd dixwazin Kurdan bitirsînin û gav paşda bidin avîtin û wiha got: “Bila dijmin baş bizanibê ku Kurd bi komqûjîyan gav paşde navêjin. Hertim ji bo tekoşîna xwe ye tevbigerê û heta mafê xwe ya her çar parçêya Kurdistan bigire dê têkoşîna xwe berdewam bike. Başûrê
Piştê daxûyanîye li ser navê Rexistina Xwendiwanen Kurdistan ye Koleja Adap Sehen Sefîn jî helbêsta li ser komkujîya Kurdan hatibû nivîsandin xwend û bang li hemû ciwanên Kurd kir ku xwedî li nirxa neteweyî derkevin.
HEWLÊR
Qeymeqamê Helepçeyê şermezar kir
Qaymeqamê navçeya Helepçe Goran Edhem Rahîm li ser komkujiya li gundê Roboskî pêk hat axivî û diyar kir ku her bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin wan hemûya eleqeder dike.
Qeymeqamê navçeya Helepçeya Silêmaniyê Goran Edhem Rahîm, li ser bûyera ku li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê qewimî û têde 35 ciwan û zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan axivî û diyar kir ku êdî Kurd bi êşên hev du nerehet dibin.
Rahîm di berdewama axftina xwe de bal kişan ser serkeftina Kurdan û got:“ Di serî de ez êrîşa dewlata Tirk bi tûndî şermezar dikin. Her bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin me hemûyan eleqedar dike. Piştî erdheja bajarê Wanê li Bakûrê Kurdistanê bi bûyera gundê Roboskî em jî wek hemû gelê Kurd pê ne xweş bûn. Her wiha, gelê Kurd bi çalakiyên ku li her deverê li dar xistin ev êrîşa nemirovane şermazar kirin û xwestin bala qada navnetewî bikşînin ser vê bûyerê. Her bûyerek ku li Kurdistanê diqewime ji me re birînek e.Ya girîng ew e ku mirov bikarîbe di demênexweş de bi hev re bibe alîkar. Îro gelê Kurd vê yekê pêk tîne. Her bûyerek li Kurdistanê diqewime Kurdên li perçeyê din jî pê diêşin. Pêwîst e gelê me di rojên zehmetiyan de bi hev re bibe alîkar û êşê hev parve bikin. Ger gelê me bi hev re yekîtiyek xurt çêibke serkeftina Kurdan jî wê di demek nêz de bi awayekî xurt pêk were.”
SILÊMANÎ