Li Silêmaniyê rojên rewşenbîrî û wêjeyî ya bi navê hunermend Mihemed Salih Dîlan pêr dest pê kir.

Çalakî ji aliyê Şaxê Pirtûkxaneya Giştî ya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan û Dezgeha Medya Kurdistanê ve hate organîzekirin. Di roja yekem de, wê dezgehên pirtûkan hat danîn û çend gotar û helbest hatin pêşkêş kirin.

 

Xelata rêzdariyê dan hevjîna Mihemed Salih Dîlan

Li wir ji malbata hunermend Mihemed Salih Dîlan, Helbest Mihemed Salih Dîlan gotarek pêşkeş kir û got:”Tişta ku tenê ji bo me re maye, navê Dîlan e. Erka sereke ya Dîlan xizmetkirina huner û rewşenbîrî bû. Ji bo xemên neteweya me têkoşiya.”

Piştre jî Basit Heme Xerîb helbestek li ser Dîlan xwend. Her wiha sînevîzyona li ser  jiyana  Mihemed Salih Dîlan hate nîşan dan. Piştre jî xelata rêzdariyê dan hevjîna Mihemed Salih Dîlan.

 

Mihemed Salih Dîlan kî ye?

Mihemed Salih Dîlan sala 1927’an li Taxa Goyije ya Silêmaniyê ji dayik bûye. Li Mizgefta Babe Elî dest bi xwendinê kiriye. Mihemed Salih Dîlan di temenê ciwaniyê de dest bi nivîsandina helbest û stranbêjiyê kiriye. Mihemed Salih Dîlan ji ber hestên xwe yên neteweyî gelek caran êşkence lê hatiye kirin. Sala 1990’î di temenê 63 salî de koça dawî kir.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ