Doza KCK'ê ya Stenbolê duh bi xwendina îdîanameyêberdewam kir. Spîkerê TRT'ê yê ku îdîanameyê dixwîne dema tomarên guhdarkirina dorhêlê radigihîne gelek caran wiha got: " Xal xal xal...deng nizm e...nehate fêmkirin." Di doza de parastina Kurdî careke din hate redkirin. Prof. Dr. Buşra Ersanli diyar kir ku 40 malên mafê Kurdan ya ziman û xweseriyê diparêze.
Doza KCK'ê ya Stenbolê ku 140 jê girtî 205 kes li 15'êmîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê de li Sîlîvriyê tê darizandin bi xwendina îdîanameyê di roja 7'emîn de jî berdewam kir. Parêzer Gonul Erdem ku di heman dozê de tê darizandin diyar kir ku li vî welatî pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e û heta ev pirsgirêk çareser nebe û îdianame bi rêbaza jêke-pêveke hatiye amadekirin. Bersûc Behîce Çelîk diyar kir ku ji ber ku Kurd û BDP’î ye 9 meh in girtî ye. Xebatkarê Kovara Red Hakan Soytemîz, da zanîn ku sedema girtina wî silav dayîna Kurdan e. Parêzer Firat Epozdemîr bertek nîşanî astengkirina parastina Kurdî da û diyar kir ku ev yek li dijî mafê wekheviyê ye.
Di xwendina îdîanameyê ku ji aliyê spîkerê TRT'ê de hat xwendin, dema tomarên guhdarkirinê yên dorhêlê hat xwendin, dîmenên sosret derketin holê. Spîkeran dema tomarên ji guhdarkirina dorhêlê ya civîna derbarê Konên Çareseriya Demokratîk a li Avahiya BDP'ê ya Stenbolê de hatiye tomarkirin xwendin balkêşe ku gelek caran gotinên "xal xal xal...deng nizm e... nehat fêmkirin" dûbare dikir. Ev rewş rê vedike ku kesên li salonê tên darizandin û temaşevanan bikene. Mijareke bi heman rengî jî xelet nivîsandina pankartên ku di daxuyaniya çapemeniyê yên BDP'ê de hatine vekirin ji aliyê polîsan bû. Pankartekî ku di çalakiya BDP'iyan hatiye vekirin û ji aliyê polîsan wekî "Em ê bi têkoşîna azadiya xwe komkujiyên siyasî û leşkerî ya AKP'ê bidin" hatiye nivîsandin ji aliyê tu kesî nehat fêm kirin ku tê çi wateyê.
Li Sîlîvriyê konê berxwedan û piştevaniyê
Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên Kurd tên darizandin di 2'ê tîrmehê de dest pê kir. Ji roja rûniştina dozê dest pê kir heta niha xizm û malbatên siyasetmedarên Kurd li qada vala pêş Sîlîvriyê kon vedane û nobeta piştevanî û berxwedanê vekirine. Malbat û xizmên siyasetmedaran şev û roj li kon dimînin û piştevaniya xwe tînin ziman. Konê ku ji aliyê BDP û HDK'ê ve hate vedan bû konê berxwedanê. Her şevê zêdeyî 50 welatî li kon nobetê digirin û piştgiriyê didin siyasetmedaran. Welatiyên ji derve tên jî dibin mêvanên kon. 2 konên hatine vedan yek jê ji bo razanê, yek jê ji bo mutfaxê hatiye vedan. Her rojê 2-3 rêveberên BDP'ê yên navçeyan tên kon ziyaret dikin. Pêdiviya konan ji aliyê rêxistinên BDP'ê yên navçeyan ve tên pêşwazîkirin.
Welatiyên ku tên dozê demaşe dikin bi derfetên xwe alav û amûran tînin û piştgiriyê didin nobedarên kon. Welatiyên li navçeya Sîlîvriyê jî bi derfetên xwe alîkariyê didin nobedaran. Welatiyên li kon nobedariyê digirin jî diçin malbatên Kurd ên li Sîlîvriyê pêdiviyên xwe yên serşuştinê temîn dikin.
STENBOL