Koordinasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPS) têkildarî êrîşên çeteyên AKP'ê û berxwedana hêzên xwereveberiyê ya li bajar û navçeyên Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Sîlopiyê taxên berxwedanê careke din ketine bin kontrola YPS'ê û beranberî êrîşên tund ên hêzên dewletê jî di serî de li Silopî, li hemû qadên berxwedanê şervan YPS'ê bi motîvasyon û morelekî mezin têkoşîna xwe didomînin. 

Di daxuyaniyê de di beşa di bin sernavê 'Silopî' de ev agahî hatin dayin: "Taxên li navenda Silopiyê careke din ji aliyê hêzên berxwedanê ve hatin standin. Doh bi destpêka rojê re bi çalakiya teqandina 4 wesayitan re berxwedanê ji nû ve dest pê kir. Detayên berxwedana li vir ya xwerêveberiyê paşê wê ji raya giştî re werin aşkere kirin."

Lê belê çavkaniyên herêmî ragihandin ku di çalakiya hemwext de yek ji cihê bûye hedefa şervanên YPS'ê emniyeta Silopiyê ye û beşekî mezin ji avahiyê rûxiya ye. Dema nûçeya me dihate amade kirin hêna şer berdewam dikir û dihate ragihandin ku şervanên YPS'ê hêzên dewletê ji ji taxan paqij dikin. 


Nikarin bikevin taxan

Di daxuyaniya YPS'ê de hate restnîşan kirin ku ji aliyê raya giştî ya demokratîk ve baş tê zanîn ka hedefa hêzên tekujer a li Nisêbîn, Şirnex û Geverê bi tank, çekên zirxî û giran êrîş dike çiye û wiha hate berdewam kirin: "Hêzên tevkujer ên pîvanên şer tu caran li ber çavan nagirin li cihên ku darbeyê dixwe êrîşên xwe verdigerînê rêbazên hovane. Ji aliyekî ve avahiyan dirûxînin ji aliyê din ve bi avêtina bombeyên mijê dixwazin bikevin taxan. Li taxên ku bi dehan car bi wesayitên zirxî, kepçe û tankan xwestin bikevin wan, careke din li dilê ciwan ê gelê me yê leheng, dîroka ku serî natewîne û çokan na şikîne diqelibin. Bi xwarina darbeyên giran û wendahiyên mezin neçar dimînin pave bikişin."


Efserek û 24 çete hatin kuştin

Di daxuyaniya Koordinasyona YPS'ê de têkildarî wendahiyên dewletê jî ev agahî bi raya giştî re hatin belav kirin: "Di şerê pêk hatin de efserek hate kuştin. Dhisa bi giştî 20 endamên POH û 4 endamên JOH hatine kuştin. Endamekî JOH birîndar bûye. Her wiha şervanekî YPS'ê şehîd ket, şervenakî YPS'ê jî birîndar bû. 3 kepçe hatin rûxandin, wesayiteke kepçeyî hate darbekirin, 4 wesayitên zirxî hatin rûxandin, wesayiteke zirxî hate darbe kirin. Di şer de 2 tank hatin rûxandin, 3 tank jî hatin darbe kirin." 


 ŞIRNEX