Li gelek welatên Ewrûpayê û li Kurdistanê ji ber tevdîrên li dijî vegirtina vîrusa koronayê mirov zêde nikarin derkevin derve yan jî nikarin derkevin derve. Hin derhênerên filmên Kurdî niha filmên xwe li we vekirin da ku hûn vê demê bi Kurdî bibihurînin. Me jî lîsteyeke filmên mirov dikare li ser înternetê li wan temaşe bikin, amade kir.

Şewba ji ber vîrûsa koronayê mobîlbûna civakê gelekî asteng kir. Ji ber wê nexasim ji bo hilberîna çandî û herwiha dîtina berhemên çandî li rêyên dijîtal hat gerîn. Ev rêya dîjîtal li ber filmên Kurdî niha firehtir bû. Hin derhênerên Kurd, ji ber krîza vîrusa Covîd-19yê bi xwe re anîye, ji bo piştgiriya kesên ji malên xwe dernakevin, filmên xwe li ser platformên dijital yên weke Youtube û Vimeo belaş û bêşîfre belav dikin. Wekî din me hin filmên din ên li ser van platforman peyda dibin dan nasîn û lîsteyeke filmên ku belaş û bê şîfre mirov dikare li ser van platforman li wan binihêre, ji bo we amade kir.

Derhênerên berê bi şifre filmên xwe belav dikirin û niha ev şîfre betal kirî û filmên wan li jêr in:

  • Selîm Yildiz filma xwe ya Bîra Mi Têtin li ser vimeo belav kir:

https://vimeo.com/146864132/4d32a208ff

  • Aram Dildar jî filma xwe Haziriyek Bo Derengmayînê li ser vimeo belav kir:

https://vimeo.com/346927061

  • Omer Faruk Ozmen bi xwe filma xwe Nikila Qijikê ê Xepirî li ser Youtube belav kir:

https://youtu.be/OFFrW3mIeK0

  • Ruken Tekeş filma xwe a bi navê Hevêrk li ser vimeo belav kir:

https://vimeo.com/236897048

  • Sînan Yildiz jî “Sipano”yê xwe li ser vimeo belaş gihand xelkê

https://vimeo.com/361363286

  • Kadîr Eman du filmên xwe di ser vimeo re gihandin xelkê; yek jê “Navber” e

https://vimeo.com/329897445?fbclid=IwAR3T-kDlKOahypRS3inqfm6vqqlopv2LW3zKPFxDgPoH7xvm5qaDWYZvAvg

  • Filma din a Kadîr Eman “Baskên Şikestî” ye

https://www.youtube.com/watch?v=EFkxQ2EjCvM

Çi filmên din hene?

Belê beriya niha jî berhemên sînemaya Kurdî li ser van platforman peyde dibûn û belkî niha bibîrxistina wan bi kêrî gelekan bê. Yek ji van filma 14’ê Tîrmehê ya derhêner Haşim Aydemir e. Film behsa berxwedana mezin a rojiya mirinê ya girtiyên ji doza PKK’ê dike û mirov dikare li ser Youtube lê temaşe bike:

  • 14’ê Tîrmehê:

https://www.youtube.com/watch?v=VsMr2r4_HiE

Filmeke din a li ser youtube mirov dikare lê temaşe bike, yê derhêner Kazim Oz ê bi navê Bahoz ê 2008’an e. Ev film behsa xwendekarên Kurd ên welatparêz ên destpêka salên 1990’î li Stenbolê dike:

  • Bahoz

https://www.youtube.com/watch?v=xZc6XueHs64

Filma Mezopotamya Sînemaye ya ku bi derhêneriya Çayan Demirel û Ertugrul Mavioglu ya bi navê Bakur, behsa jiyana gerîlayên PKK’ê yên li sê kampên cihê yên li Bakurê Kurdistanê dike. Derhêner filma xwe diyarî derhênerê filmên gerîla Halîl Dag dikin:

  • Bakur

https://www.youtube.com/watch?v=NA9Tvk7QmXo

Filma derhênerê filmên gerîla Halîl Dag a navdar Bêrîtan jî li ser Youube peyda dibe. Halil Dag di vê filmê de hem serpêhatiya gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nîşan dide û hem jî di dema girtina dîmenên filmê de cenazeyê wê dibîne:

  • Bêrîtan

https://www.youtube.com/watch?v=uhOJRDXp2W8

Û çend filmên din

Lîsteyeke hin film, kurtefil û belgefilmên din ên bi Kurdî jî em li jêr dikin rêz:

  • Filma derhêner Selamo ya bi navê Meş:

https://www.youtube.com/watch?v=fVt09M6h_jo

  • Filma Yusuf Çetîn a bi navê Qirêj Kir:

https://www.youtube.com/watch?v=G-gmiXp-t_M

  • Kurtefilma derhêner Ozkan Kuçuk a bi navê Pepûk:

https://www.youtube.com/watch?v=hwxVwXvs5Cc

  • Kurtefilma derhêner Yakup Tekintangaç a bi navê Azad:

https://www.youtube.com/watch?v=sJ88qm8SaJ4

  • Belgefilma li ser şervana bi navê Jiyan a derhêner Haluk Unal:

https://vimeo.com/243353961

  • Belgefilma li ser mamosteyekî Tirk ê ku dersê dide zarokên Kurd a bi derhêneriya Orhan Eskikoy, Ozgur Dogan:

https://www.youtube.com/watch?v=CtUZP8k7xHo

   

 NAVENDA NÛÇEYAN