
Kovara Zarema ku çar meha carke derdikeve, di hejmara xwe ya nû de awirek pirhêlî dide ‘Sînemaya Kurdî’
Kovara Zarema di Gulana 2014’a de li Amedê dest bi weşanê kir û her sal di meha Îlon, Çile û Gulanê de derdikeve; niha hejmara 8‘an jî derket. Di vê hejmarê de Zarema li ser sînema Kurdî dosyayek taybet amade kiriye.
Zarema bi îdiayê rewşenbiriya Kurdî ji serdestiya Tirkî xilas bike û di navbera parçeyên Kurdistanê de bibe pireke rewşenbîrî, dest bi weşana xwe kir. Wek nav jî bi armanca xwe re li hev e; zarema di zimanê Avestayî de tê wateya ‘bihar, geşbûn’ê, bi zaravayê Kirmanckî de tê wateya ‘dilê me, hundirê me’ û di her hejmarê de nivîskarên kêmtirîn sê parçeyên Kurdistanê tîne ba hev.
Mijar sînemaya Kurdî ye
Hejmara 8‘an bi giştî li ser sînemaya Kurdî ye. Tenê du nivîsên ewil ne derbarê sînemayê de ne. Yek ji wan nivîsa Metin Yüksel “Li Ser Sînorên Netewe-dewletên Tirk û Îranê: Serpêhatiya Ferzende û Besrayê” ye. Yüksel, di nav peywenda Serhildana Çiyayê Agiriyê û piştî wê bala me dikşîne ser jin û mêrekî ku bûne qurbana serhildanê. Bi vî awayî him ji bûyerê bêtir du kesayetan derdixe pêş him ji aliyê zayendî ve projektorên xwe bi awayekî wekhev dide ser herduyan ku di dîroknûsiyê de dikare wek helwesteke dij-mêrnavend bê binavkirin.
Nivîsa duyem a Ciwanmerd Kulek “Guftûgoyên Perrîdankan” bersivek e bo rexneyên di nivîsa Burhan Tek “Perrîdankên Li Ser Pênûsa Min” de ku di hejmara 7‘mîn de cî girtibû.
Modela sînemaya Sovyetan
Anthony Smith di “Xuyangên Neteweyê: Sînema, Huner û Nasnameya Neteweyî” de qal dike ku di salên 1930‘î de dema Yekîtiya Sovyetan bûbû hedefa Almanyaya Hitler, rejima sosyalîst çawa bi riya sînemayê hewl daye hestên neteweperwer û qehremaniyê xurt bikin. Lê beriya sînemayê hunera dîtinbar resim bû. Smith qala rola tabloyên resimkî ya di afirandina xuyangên neteweyî û hestên civakî de dike û her wiha têkiliya dîrok û neteweperweriyê rave dike.
‘Fîlmên bi zimanê Kurdî‘
Khosro Sina li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha sînemaya Îranê qala peydabûna “fîlmên bi zimanê Kurdî” dike û bandora şert û mercên civakî yên Serdema Reformê li ser van fîlman bi riya teoriyên Nowell-Smith, Terry Lovell û George A. Huaco û Pierre Bourdieu vedibêje. Nivîsa Suncem Koçer “Sînemaya Kurdî wek Cureyek Rabêja Neteweborî: Dîtbariya Sînematîk, Berxwedêriya Çandî û Aktoriya Siyasî” xebateke antropolojîk e ku bi riya çavdêrîkirina festîval û çalakiyên derbarê sînemaya Kurdî û beşdarên van çalakiyan, hevpeyvîn bi sînemager û çalakgerên sînemaya Kurdî re û analîzkirina axaftin, nêrîn û gotinên wan panorameyekê sînemaya Kurdî ya li bakurê Kurdistanê xêz dike. Taybetî çavdêriyên derbarê nîqaşa ‘yekem fîlmê Kurdî’ Zarê de balkêş in.
Li gel Zeynel Dogan û Aram Dildar hevpeyvîn
Di vê hejmarê de jimara hevpeyvînan zêdetir e. Ji van Zeynel Doğan digel derhêneriya xwe yek ji aktorên siyaseta sînemaya Kurdî ye li Amedê, lewma di hevpeyvîna bi wî re ew li ser sînemaya Kurdî bi giştî diaxive, ji nîqaşa ‘yekem fîlmê Kurdî’ bigre heta projeyên sînemaya Kurdî yên bo pêşerojê nerînên xwe tîne ziman. Lîstikvan û derhênerê kurtefîlmê ‘Da‘ Aram Dildar re li ser xebatên wî yê sînemayê û sînemaya Kurdî jî hevpeyvînek di vê hejmarê de cih digre.
Îtîraza binavkirina sînemaya Tirk
“Çirkîn Qralê Mezlûman: Yılmaz Güney” de Kemal Yıldızhan bala xwîneran dikişîne aliyê Kurd ê sînema û jiyana sînemagerê bi nav û deng Yılmaz Güney û îtiraz dike ku tenê ji ber ku zimanê fîlmên wî Tirkî ye, ew wek derhênerekî sînemaya Tirk tê binavkirin. Yıldızhan sedema îtiraza xwe di nav peywenda siyasî ya Tirkiyeyê bi cî dike û nîşaneyên derbirîna wî ya nasnameya Kurdî li ber çavan radixîne.
Sînemaya Kurd’ an sînemaya Kurdî?
Derhêner Ömer Leventoğlu nîqaşa giştî ‘sînemaya Kurd’ an ‘sînemaya Kurdî’ kiriye mijara nivîsa xwe “Li ser Nîqaşa Sosret a ‘Hebûn û Nebûna Sînemaya Kurd’ Tevlêbûneke Derxetî: ‘Çê’kirina Sînemayê û ‘Çêtir’kirina Jiyanê’. ‘Sînemaya Kurd an Kurdî?” nîqaşek e ku dûrî mijarên wek dewletbûn, netewe-dewlet an nasnameya neteweyî nikare bê nîqaşkirin û argumentên nîqaşê li pozisyona aliyên nîqaşê yên derbarê her sê mijarên li jor şikl digrin.
Gotin difire nivîs dimîne!
Hüdai Morsümbül di “Sînemaya Ali Kemal Çınar: Îmtihana bi Cîwar re: Kurtefilm” de û Nazif Coşkun bi nivîsa “Derhênerekî Serbixwe di Sînemaya Kurd de Ali Kemal Çınar” bi rê û rêbazên cuda li ser sînemaya Çınar disekinin. Memê Mala Hine di “Nivîs Difire Gotin Dimîne: Sirte Legel Ba û Dengê Bavê Min” de di ser du fîlman re nîşanî me dide ku ev gotina meşhûr a rojavayî ‘gotin difire nivîs dimîne’ di çanda me de çawa berevajî dibe.
Gotarek li ser Bîranînên li ser Kevir
Nivîsa dawîn a Çetoyê Zêdo “Ji Kevirên Sînemaya Kurdî: Bîranînên li ser Kevir”, nirxandinek li ser fîlma Şewket Emîn Korkî ye ku gelek babetan di nav xwe dihewîne û dikare bibe mijara çendîn nivîsên din î berhemdar.
AMED