Li gund bi sedan welatî, cîgirê Hevserokê BDP'ê Hamît Geylanî, parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, rêvebirên BDP'ê, endamên saziyên civakî tevli pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li dora agir govend gerandin û stran gotin. Welatiyan bênavber dirûşm berz kirin û nobet girtin.


Sînor derbas kirin

Derdor bi agirê Newrozê ronî bû, li girên derdorê alên Konfederalîzmê û alên PKK'ê hatin danîn. Komek ciwan, sînor derbas kirin û çûn serdana gundê Hezer. Welatiyên gundê Diyane, Bermize û Mîrgesorê yên li aliyê Herêma Federal a Kurdistanê piştî ku bihîstin agirê Newrozê hatiye pêxistin, sînor derbas kirin û hatin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Leşker li herêmê vekişiyan, niştecihên gundê Mavan şîv û serê sibê taştê dan mêvanan. Heta nîvê şevê li geliyê Hezirê trafîk çêbû, leşkeran xwestin derbasbûna gundiyan asteng bikin, lê weletiyan guh nedan leşkeran. Welatiyan bend li cihên derbasbûnê danîn û mevziyên leşkeran xirab kirin. Heta derengiya şevê dirûşm hatin berzkirin û li aliyê sînor yê din gelek welatiyan jî pîrozbahî temaşe kirin.

Li Navberojan meş çêbû

Piştî xwarina taştê bi hezaran welatî alên PKK, KCK'ê hilgirtin û meş lidarxistin û berê xwe dan gundê Navberojan. Leşkeran li ser rê welatî rawestandin û xwestin nasnameyan kontrol bikin, welatiyan bertek nîşanî leşkeran dan. Di navbera gel û leşkeran de nîqaş derketin. Li ser vê yekê Hamît Geylanî û Adil Zazonî bi leşkeran re hevdîtin pêk anîn û piştî hevdîtinê meş berdewam kir.
Çalakvan li gundê Navberojan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin pêşwazîkirin û girse ber bi qereqola Navberojan meşiya. Piştî ku welatî hatin li ber qereqolê sirûda 'Çerxa Şoreşê' xwendin û rêz girtin.

Çima qereqol çêdikin?
Serokê rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê Miraz Çalli diyar kir ku çêkirina qereqolan berdewam dike, divê ji bo aştiyeke mayînde gav bên avêtin, çêkirina qereqol û kalekolan raweste. Wekîlê bajêr Adil Zozanî jî diyar kir ku nobeta aştiyê girtine û wiha got: "Binêrin li vir destê xwe dirêjî, birayê xwe yê li aliyê sînor din bikî dê bigihêjê. Hûn nikarin sînor û astengiyan deynin navbera gelan, em van sînor û astengiyên we nas nakin.
Dibêjin em qaçaxgeriyê asteng dikin, mirovên li vir ji bo parî nan bibin mala xwe li ser sînor bazirganiyê dikin. Mirovên li vir wekî kesên îktîdarê dolaran nadin ser hev û bazirganiyê nakin." Hemît Geylanî jî da zanîn ku gelê kurd tu astengiyê nas nake.Welatiyan 5 deqe çalakiya rûniştinê lidarxistin, piştre li wesayitên xwe siwar bûn û vegeriyan buroya hilbijartinê ya bajaroka Rûbarokê.

DÎHA/COLEMÊRG