Di meşê de hevparên TUHAD-FED’ê yên Mûş, Bazîd, Gever, Amed û Wanê, Hevseroka KCD’ê û Parlementera Wanê ya serbixwe Aysel Tugluk, Endamê Meclîsa BDP’ê Ramazan Yildiz, Serokê Rêxistina BDP’ê yê Wanê Musa Îtah, Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, hevşaredarên navçeyan û bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn. Girseya ber bi sînorê Îranê ve meşiya pankartên; “Qatîl Îran dê hesabê bide”, “Komara îslam na komar darvekirinê”, “Qeza na, qeder na komkujî! em êşa gelê Soma parve dikin” vekirin û sloganên “Bijî berxwedana zîndana”, “Bijî Serok Apo” û “Qatîl Îran dê hesabê bide” berz kirin. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat.
Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker bi zaravayê Kirmanckî ya Kurdî axivî û diyar kir ku ew ji bo siyasetmedarên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê dardakirinê girtin çalakiyê dikin. Teker, anî ziman ku Dewleta Îranê derheqê 59 siyasetmedarên Kurd de cezayê darvekirinê da. Teker, da zanîn ku divê hemû kes bertekan nîşanî zilam dewleta Îranê bide.
Aysel Tugluk jî wiha got: “Em ji bo şermezarkirina biryara darvekirina 59 siyasetmedarên Kurd a ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin dayîn li vir in. Komara Îslama Îranê bi eslê xwe Komara Darvekirin a Îranê ye.” Tugluk, xwest ku Îran dest ji biryara darvekirinê berbide û wiha axivî: “Mixabin dema mijar bû darvekirinên Misirê cihan rabûn serpiyan lê dema mijar bûn Kurd hemû kes bêdeng ma. Li Îranê di bin navê hiqûqa îslamê mirov tên qetilkirin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em li vir careke din Îranê hişyar dikin. Demildest dest ji van pêkanîn berdin.” Tugluk, da zanîn ku heke Îran darvekirinan berdewam bike û agirbesta PJAK’ê binpêbike ew dê têkoşîna bilind bikin.
Serokê TUYAD-DER’a Wanê Ahmet Aygun jî diyar kir ku ji sala 2011’an heya niha PJAK di pozîsyona agirbestê de ye û ji şertên agirbest yek rawestandina darvekirinbû û Îranê ev yek binpêkir û wiha got: “Rêveberiya Tahranê li dijî Kurdan polîtîkayên darvekirinê xistin dewreyê girêdayî geşedanên heremê ye.” Aygun, da zanin ku jı bo êşa karkerên jiyana xwe ji dest dan parve bikin dê 3 rojan li vir çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin.
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat û girse careke din vegeriya ber kon û dest bi çalakiya girava birçîbûnê ya ji 3 rojan pêk tê kirin.

DÎHA/WAN