Ji bo şermezarkirina komkujiyên ku hikûmeta AKP’ê li dijî gelê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Bakûrê Kurdistanê anî ku tê de 60 welatiyên sivîl şehîd ketin, bi hezaran hemwelatiyên bajarê Qamişlo, endamên şaredariyên gel, meclîs û komînên taxan û saziyên sivîl hatin cem hev.

Girseyên gelê Qamişlo ber bi sînorê di navber Rojava û Bakûrê Kurdistanê ve birê ketin û li gundê Sêgirka yê li ser sînor kom bûn.

Çalakvanan alên Kurdî, posterên Ocalan, wêneyên şehîdên şoreşa azadiyê û pankart bilind rakirin. Di vê navberê de durişmeyên şermezarkirina komkujiya Cizîra Botan û kiryarên tund ên hikûmeta Erdoxan avêtin. Çalakvanan di durişmeyên xwe de Erdoxan wekî qatil jin û zarokan binav kirin.

Çalakvanan piştî rêzgirtinê xwe wekî zincîrekê bi hev girtin, berê xwe dan Bakur û durişme avêtin.


ANHA /QAMIŞLO