Di heman demê de Artêşa Tirk jî li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re mewziyekê dikole. Pêşmergeyan ev çend roj in li hemberî gundên Girasor, Banê Şikeftê û Girbelat ên Rojava dest bi kolandina mewziyê kirine. Li gorî çavkaniyên herêmî yên gundê Girasor, ji bo rê li pêşiya welatiyên Rojava ku derbasî Başûr dibin û pêdiviyên xwe peyda dikin bête girtin, Pêşmerge li sernaserî sînorê bi Rojava re mewziyekê dikole. Ev demeke Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî li hemberî Rojava Helewestek neyînî dimeşîne û ambargoya li ser Rojava bêhtir asê dike. Herî dawî jî Hikûmeta PDK’ê nehiştin ku şandeya bazirganên Rojava a ji aliyê Desteya Aborî û Bazirganiyê a herêma Cizîrê hate amadekirin ku ji bo peydakirina pêdiviyên welatiyan çubû Başûr derbas bibe û şande vegerandin.

Çavdêrên siyasî derbarê mijarê de dibêjin ku ev helwesta PDK’ê li hemberî welatiyên Rojava nakeve xizmeta gelê Kurd û dijminatiya şoreşa Rojava dike. Ev yek jî tê wateya ku hevkariya Hikûmeta PDK’ê bi dijminên şoreşa Rojava re dide xuyakirin û kolandina mewziyan li ser sînor nîşana vê yekê ye.


CÛDÎ DEHAM/ANHA/DÊRIK