Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku çeteyên koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên ji sê baskan ve êrîşê depoyên genim ên li gundên Boraz û Eşîma û bajarokê Sirînê kirin, rastî berxwedana hêzên YPG'ê hatin û di encamê de pevçûnên dijwar qewimîn.


Şerê dijwar rûda
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên ji pêr û vir ve 53 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 2 tank û wesayîtek çeka giran a doçka lê barkirî, hatin rûxandin. Li aliyê din hate gotin ku komên çete ji aliyê Latkiyeyê bi 12 otobusan derdora 700 çete di ser Reqayê re birine herêma şer.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şer de şervanê YPG'ê Elî Sadûn bi nasnav Xebat Agirî (34) jiyana xwe ji dest daye. Nasnameya şervanê YPG'ê wiha ye: Elî Sedûn bi nasnav Xebat Agrî. Di sala 1980´an de li gundê Qerayîêik hatiye dinê. Di sala 2011'an de tevlî nava refên YPG'ê bû ye û di 17'ê Adara 2014'an de di berxwedana Sirîn de jiyana xwe jidest da ye. Zewicî ye û bavê 4 zarokan e.

ANHA/KOBANÊ