Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG'ê ragihand ku li Şirnexê di encama çalakiya sekvanî de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. Daxuyaniya HPG'ê ya di der barê çalakiyê de wiha ye; “13'ê Sibatê  hêzên me li dijî qereqola Tepê Serbend ê girêdayî navçeya Şirnex Qilebanê, 2 çalakiyên sekvaniyê lidarxistine û 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê derdora qereqolê bi obûs, hawan û çekên giran hatiye xistin.“ 


 ANF/BEHDÎNAN