
Runiştina doza ku 42 jê girtî, 68 siyasetmedarên Kurd tên dadgehkirin, 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Gundê Melê Abdurrezak Yıldız, Şaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr jî di nav de 42 kesên girtî û parêzer tevlî runiştinê bûn. Li darve û hundirê edliyeyê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen û gelek xizmên girtiyan tevlî runiştinê bûn.
Ji parastina kurdî re dîsa destûr nehat dayîn
Ji ber ku pergala qeyda dijîtal a salona dadgehê xerabû runiştina dozê dereng dest pê kir. Runiştin bi tesbîta nasnameyan dest pê kir. Kesên tên dadgehkirin xwestin parastina xwe bi kurdî bikin, lê dîsa destûr nehat dayîn. Di tesbîta nasnameyan de bêyî ji girtiyan bersivê bipirsin, derbasî qeydan kirin. Parêzer Mesut Beştaş diyar kir ku erka darizandinê ya dadê tuneye û xwest di vî warî de biryar were dayîn.
Kişanak: Demokrasî bin pê kirin
Piştî runiştinê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li ber edliyeyê bersîv da pirsên rojnamevanan. Kişanak, diyar kir ku di salên 90'an de li Şirnexê JÎTEM'ê "Komara Şirnexê" îlan kir û tu zagon li wir derbas nedibûn. Kişanak, da zanîn ku di sala 2012'yan a Tirkiyeyê de jî li Şirnexê demokrasî hate astengkirin. Kişanak, anî ziman ku ji bilî Hasîp Kaplan hemû siyasetmedarên ku xelkê Şirnexê wan weke îradeya xwe destnîşan kiribû hatine girtin. Kişanak, bilêv kir ku runiştinê bi qrîza zimanê zikmakî dest pê kir û wiha got: "Ji bo ku dadger bi rastiya kurdî re ru bi ru nebe di dema tesbîta nasnameyan de bêyî bersiva kesên girtî bigire derbasî qeydan kir. Ewqas ji rastiya kurdî ditirsin."
DÎHA /AMED