ÎHD'a Rihayê diyar kir ku ew difikirin hestî aydî mirovên ku di salên 90'an de hatine revandin û kuştin in. Şerê qirêj ê ku li hemberî gelê kurd di salên 1990’î de bi awayekî dermirovî dihat meşandin îro roj li Kurdistana ku ji aliyê dagirkeran ve kirine wekî zeviyê bêserûşûnan hestî bi hestî derdikevin holê. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan li Kuristanê bi dehan gorên komî hene ku di van goran de hestiyên cangoriyên ku bûne qurbaniyên şerê qirêj hene. Yek ji van gorên komî j îli Siwêrega Rihayê hat dîtin.  Li Baxçeyê Ayvanatê navçeya Siwerega Rihayê di kolandina înşaetekê de hestiyê aydî 30 mirovan hatin dîtin. Li herêma ku di sala 1990'î de wekî qada seyrangehê dihat bikaranîn û di bin kontrola cerdevanan de ye, hestiyên mirovan hatin dîtin. Piştî hestî hatin dîtin Dozgerê Komarê yê Siwêregê yekîneyên Saziya Tipa Edlî şandin cihê kolandinê. Welatiyekî diyar kir ku kolandina li herêmê, di encama serlêdana malbata ku di salên 1990'î de kurê wan hat revandin û windakirin dest pê kiriye. Serokê ÎHD'ê ya Rihayê Cemal Babaoglu, diyar kir ku ew li gorî lêkolîn û çavdêriya xwe guman dikin hestî aydî kesên di salên 1990'an de hatine revandin û windakirin, bin.  Babaoglu, da zanîn ku piştî lêkolînê serî li dozgeriya komarê dane û di serlêdana dozgeriyê de diyar kirin ku ew bawer dikin ku hestî aydî kesên di salên 1990'î de hatine windakirin, in. Babaoglu, destnîşan kir ku wan ji dozger xwestiye ku ji bo testa DNA'yê dikarin mînakên xwînê jî bistînin û wiha got: “Me der barê hestiyên hatine dîtin de lêkolîn kir û em bawer dikin ku hestî aydî salên 1990'î ne. Me berê hestiyên ku li Wêranşarê derketin holê jî lekolîn kir.  

RIHA