Komeke ku ji xwe re “Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz” dibêje, diyar kir ku endamên wan li Stenbolê li dijî atolyeyeke “faşîstan” bi rêbaza sabotajê çalakiyek kirine û atolye şewitandine.

Komê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Di 23’ê Sibata 2020’an de li taxa Tepeustu ya Umraniyeyê, yekîneya me atolyeya faşîstan bi çalakiya sabotajê şewitandin.”

Yekîneya Tolhildanê ragihand ku xisar li kargehê û wesayitan bûye û weha hişyar kir: “Her qada jiyanê ya hevkaran di hedefa me de ye.” Komê diyar kir, heta ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe wê bi biryardarî çalakiyên xwe dewam bikin.

 

ANF/STENBOL