Ji Bo Aştiyê, Platforma Redkarên Wîjdanî ya Ji Bo Aştiyê, Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê, Înîsiyatifa Tu Ji Bibe Çavdêrek Kolektifa Sosyalist û Feminist jî heye, ji bo operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin derketin kolanan û li Parka Gezî ya Taksîmê çalakî pêk anîn. Endam û nûnerên Saziyên hewldanên Aştiyê ku di navde Şaîr Sezaî Sarioglu û solîstên Kardeş Turkuler jî hene li Parka Geziyê "Nobeta Aştiyê" girtin. Di nobetê de Koma Kardeş Turkuler bi stranên xwe piştgirî da komê. Endamên komê bê navber dirûşmeyên "Bijî biratiya gelan", "Tu jî were û biqîre", "Ji şer re na, aştî hema niha" berz kirin. Solîstê Kardeş Turkuler Feryal Onek, li vir axaftinek kir û bang li her kesî kir û li dijî şer û pevçûnan û her wiha li dijî kuştinan tev li mîtînga 8'ê cotmehê ya li Enqereyê bibin.
STENBOL