Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Xelîl Çavgûn li Stenbolê û Çanakkalayê çalakî kirin. Di çalakiyan de wesayitek û navenda perwerdehiyê ya Midûrtiya Giştî ya Karûbarên Daristanê hatin şewitandin. Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Xelîl Çavgûn bi daxuyaniyekê diyar kirin ku yekîneyên wan ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn çalakî kirine. Di daxuyaniyê de hate ragihandin yekîneyên wan 16'ê Hezîranê li dijî wesayita Serokê Navçeya MHP'ê ya Eseneryûrtê ya Stenbolê çalakî kirin û di encama çalakiyê de wesayita Serokê Navçeya MHP'ê şewitiye. Her wiha hate diyarkirin eynî rojê li Çanakkaleyê li kampa daristanê ya Dardanosê yekîneyên wan ên tolhildanê navenda perwerdehiyê ya Midûrtiya Giştî ya Karûbarên Daristanê kirine hedefa xwe, çalakî kirine, bi çalakiyê re avahî şewitîye, bi dehan wesayit û tîmên dewletê nekarîne ku mudaheleyê lê bikin û avahî ketiye halekî ku nema karibe were bikaranîn. NAVENDA NÛÇEYAN