
Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser şert û mercên jiyana Êzîdiyan û xeteriyên li ser wan panelek hate lidarxistin. Panel bi wesîleya dayîna Xelata Azadiya Ramanê a Sakharov ji bo Nadîa Mûrad û Lamiya Başar hate lidarxistin û panela bi sernavê “Ji dîlgirtina li Dewleta Îslamê ber bi Xelata Sakharov ve” bi du beşan bi rê ve çû.
Di beşa yekemîn a panelê de Nûrî Kîno, Lena Ag û Joakîm Medîn axivîn. Kîno da xuyakirin, ku ranegihandina rewşa Êzîdiyan beriya komkujiya li Şengalê, rewşeke binketî ya rojnamevaniyê ye.
Kîno diyar kir Êzîdîtî li cîhana rojava weke encameke Îslam û Xiristiyaniyê tê dîtin. Lê ev feraset şaş e. Êzîdîtî berî Xiristiyanî û Îslamiyetê hebû.” Kîno da zanîn, Êzîdiyên li herêma Şengalê her tim weke welatiyên di asta sêyemîn de hatine dîtin û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê jî tevî hindekahiyên li herêmê neçar man e cih û warên xwe biterikînin û bibin penaber. Kîno destnîşan kir, ku dayîna Xelata Sakharov ji bo jinên Êzîdî girîng e, lê belê ji bo pêkhatina edaletê têrê nake û got, “Ya herî girîng e ew e, ev çeteyên mirov kuştin û jin mîna koleyan bi kar anîn, bên cezakirin.”
Lena Ag bal kişand ser girîngiya xwedîderketina oldarên Êzîdî li jinên ji destê çeteyên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin. Nadîa Mûrad û Lamiya Başar jî bûyerên bi serê wan de hat vegotin û gotin, dayîna Xelata Sakharovê ji bowan, destekek ji jinan re ye.
YPG/YPJ’ê 50 hezar Êzîdî rizgar kirin
Rojnamevan Joakîm Medîn ku di dema komkujiya Şengalê de li herêmê bû, da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê bi hezaran mirov kuştin û got, mirovên mayî jî xwe li çiyê girtin û piştî çend rojan bi saya korîdora YPG/YPJ’ê zêdeyî 50 hezar Êzîdî derbasî Sûriyeyê bûn.
‘DAIŞ wan weke mertal bikar tîne‘
Di beşa duyemîn a panelê de Paralmenterê Ewrupayê yê Partiya Demokratên Xiristiyan Lars Adaktûsson da xuyakirin, ku dagirkirina herêmê ji aliyê DAIŞ‘ê û komên cîhadî, encameke dagirkirina Iraqê ji aliyê DYA ve ye û ev tespît kir: “Di dema bûyerên ku ji aliyê gelek kesan ve weke Bihara Ereb tê pênasekirin, lê ez jê re dibêjim ‘Bihara Şermê’ de, ev rewşa kolekirina jinan derket holê. 3 hezar 500 jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, hê jî dîlgirtî ne. DAIŞ zarokên Êzîdî weke mertalekê li dijî êrîşên li dijî xwe bi kar tîne.”
Adaktûsson bibîr xist, ku Parlamenta Ewrupayê rewşa Êzîdî û gelên Xiristiyan ên li herêmê di çarçoveya êrîşan de dît, biryar da ku divê herêmeke ewle ji bo wan bê avakirin û ev biryar ji bo parastina mafên Êzîdiyan û Xiristiyan, nîşaneyeke xurt e.
Adaktûsson da xuyakirin, ku xweparastina van gelan gelekî girîng e û got, “Di heman demê de divê herêma ev gel lê dijîn û Nînova herêma xweser bin. Dema ez bi rêveberên Asûrî-Suryanî û Êzîdiyan re axivîm, ji min re gotin, ev yek çareya yekane ye.”
Gulan Avci jî bal kişand ser girîngiya afirandina polîtîkayên li dijî xalîkirina Êzîdî û Suryaniyan ji herêmê.
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM