Sendîkayên Swêdê xwestin îdam bên rawestandin û girtiyên siyasî tavilê serbest werin berdan. Kurdistanî û rêxistinên jinan ên Îranî jî li ber stadyûma maç lê hat lîstin, xwepêşandanên protestoyî yên li hemberî rejîma Îranê lidar xistin.Hin ji rêxistinên civakî yên sivîl, Federasyona Futbolê ya Swêdê ya ku maça bi tîma neteweyî ya Îranê re lidar xist bi tundî rexne kirin û xwestin, maç bê betalkirin. 

Kurdistanî û komên Îranî jî, ji saet 18:00 û pê ve li ber Friends Arena cihê maçê hatin cem hev û wêneyên şoreşgerê hatin darvekirin û jinên asît bi ser rûyê wan de hatiye rijandin vekirin. Xwepêşandêran alên Îran, Kurdistan, PJAK, PKK û KCK'ê hildan û bi qîrîna dirûşmeyan rejîma Îranê protesto kirin.


Bi Rûhanî re darvekirin zêde bû

Li ser navê Tevgera Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Cewananî Zagros Anam Karmî peyivî û piştî dayîna mînakên şênber ên zext û êrîşên li hemberî hindikahî û jinan destnîşan kir, ku ji Tebaxa 2013'an dema bûyîna Serokkomar a Hasan Rûhanî û vir ve binpêkirinên mafên mirovan û îdam zêde bûne.

Karamî da xuyakirin ku weke jin û ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê ew ji Hikûmeta Swêdê dixwazin ku ji bo pêşîgirtina li îdaman tavilê bikeve nava tevgerê û bang li rêxistinên civakî yên sivîl jî kir, ku b vê armancê dakevin meydanan.

Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî jî anî ziman ku bi destpêkirina desthilatdariya Rûhanî re darvekirin zêde bûne û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê xwest, ku ji bo rawestandina îdaman bikeve nava hewldanên şênber. 


 MÛRAT KÛSEYRÎ/STOCKHOLM