Zarakolû diyar kir ku weşangerî ne tenê karekî bazirganiyê ye, di heman demê de mîsyoneke exlaqî ye û destnîşan kir ku divê ev mîsyon weke azadiya weşandinê, azadiya nivîskar û xwendevan bê fêmkirin. Zarakolû bi bîr xist ku ji bo pêşketina azadiya ramanê li Tirkiyeyê weşangeran berdêlên mezin dane.

Zarakolû îşaret bi Îlhan Erdost û weşangerê Kurd Mehmet Alî Ermîş kir, got, Erdost li Girtîgeha Mamakê hat qetilkirin, Ermîş jî dema jiber weşandina pirtûka Nazim Hîkmet a "Yaşamak Ne Guzel Şey Be Kardeşîm" dihat dadgehkirin, dilê wê sekinî. Zarakolû ragihand ku piştî cûnta leşkerî ya sala 1980'ê zext û êrîşên li hemberî weşanger, nivîskar û hunermendan zêde bûne.

Zarakolû diyar kir ku li Tirkiyeyê weşangerî her çend hinekî azad bûbe jî, weşangerên pirtûkên li ser zayendê û yên rexneyan li siyasetmedaran dikin, hedef tên girtin û ji bo vê yekê jî mînaka pirtûka Erol Ozkoray a li ser berxwedana Gezî da, ku bi sûcdariya 'heqaret li Recep Tayyîp Erdogan kiriye' hatiye dadgehkirin.


'Tabûya Kurd yek ji tabûyên herî mezin e'

Zarakolû ragihand ku tabûya Kurd li Tirkiyeyê yek ji tabûyên herî mezin e û got, "Eger tabûya Kurd hatibe şikandin, ev bi saya rojnamevan û weşangerên wêrek hatiye kirin. Dewletê bi tabûya Kurd, êrîşên herî hovane kirin. Di salên 1990'î de 25 rojnamevan hatin kuştin. Gelek weşanger hatin girtin. Li dijî zextan bi bêîteatiya sivîl, tabûya Kurd ji holê hat rakirin."

Zarakolû tabûyên din ên di pêşangehê de bi serenavên tabûyên Rûm, îdeolojiya fermî, zayendî, mîlîtarîzm, dewleta polîs, siyasetmedar, ol û bawerî, destnîşan kir.


MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF / STOCKHOLM