Şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de ji aliyê MÎT’ê ve li paytexta Franse Parîsê hatin qetilkirin û ji hingê ve KUrd bi çalakiyan doza edaletê dikin nexasim jî ji Franseyê. Meclîsa Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stuttgartê, mîna her Çarşema destpêkê ya mehê, doh jî li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li meydana Berlîner Platzê çalakî li dar xist.
Di çalakiyê de pankartên ji wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin.
Hevkariya YE û Erdogan hat rûreşkirin
Li Hambûrgê jî bi heman armancê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li mîtîngê de biryara taloqkirina doza qetilkirinê hat şermezarkirin û daxwaza cezakirina kiryaran hat kirin. Qisekeran da zanîn ku li pişt biryara taloqkirina rûniştina dozê, sedemên siyasî hene.
Di mîtînga li taxa Altona de, daxuyaniyên HDK-E û NAV-DEM’ê hatin xwendin û hevkariya Yekîtiya Ewrûpayê ya bi rejîma faşîst a Erdogan re hat şermezarkirin.
Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo beşdariya nav çalakiyên li herêma Hambûrgê û meşa navendî ya roja Şemiyê li Dusseldorfê bang hat kirin.
STUTTGART / HAMBURG