Bîranîn a pêr ji aliyê YJA ve hate organîzekirin li navenda Komele ya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê bi tevlîbûna gelek jin û Kurdistaniyan pêk hat. Çalekiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hate dest pê kirin. Di bîranînê de li ser navê jinên beşdarî çalekiyê bûn, nûnera YJA Rengîn Arî axifî û di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngî û wateya çalekiya Viyan Soran û wiha got, "Viyan Soran her çiqasî bi temenê xwe yê biçûk tevî revê tekoşînê bû bi çelengî û hewldanên xwe yê behempa gelek xebatên bi rûmet kirin. Viyan Soran, di temenek hewqas ciwan de di nav rêxistinê de hate asta herî bilind û bi rûmet." Arî di dawiya axaftina xwe de jî Viyan Soran weke pêşenga mezin a jinên Kurd binav kir û wiha got; "Divê tekoşîna wê her tim bê berdewam kirin.Viyan Soran, bi vê çalekiya xwe ji hemû paşverûtiyan re bu bersiva edî bes e."
Viyan Soran li Bexdayê hate bîranîn
Li Bexdaya paytexta Iraqê, semînerek bi boneya bîranîna fermnadara gerîlayan Viyan Soran (Leyla Walî Hisên) a sala 2006, bi boneya protestokirina tecrîda li ser Ocalan agir berda bû cane xwe, hate lidarxistin. Semîre ji aliyê Saziya Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê ve hate lidarxistin. Di semîra ku di 4’ê sibatê de pêk hat de, behsa tekoşîna keça Kurdan Viyan Soran a di nava tevgera azadiyê de hate kirin. Her wiha, di semînerê de nameyên Viyan Soran hatin xwendin û piştî çend helbestên der bare Viyan Soran û tekoşîna wê de hatin pêşkêşkirin.
BEXDA / STUTTGART