Li herêma Stuttgart û Bondesse, komeleyên Kurdan dezgehên agahdariyê vekirin.

Li bajêr beriya niha dema dezgehên agahdariyê hatin danîn, alîgirên Erdogan û Erdogan bi xwe jî aciz kiribû.Ev dezgeh pêncşemê ji nû ve hat danîn. Dezgeh û konê çalakiyê li Marstal Straße hat danîn û ji saet 16´an heta saet 20:00´an dewam kir. Di çalakiyê de peyam Erdogan tu bi xêr nayî tê dayîn. Bi heman armancê li heman deverê 19´ê Îlonê ji saet 16´an heta saet 20:00´an wê dezgeha agahdarkirinê bê danîn.

Li konê vedayî, li ser dezgehê peyama sereke ya tê dayîn, “Erdogan tu bi xêr nayî (Erdogan not welcome)” ye. Li dezgeh bi sedan belavok hatin belavkirin û xelkê bajêr jî gelek elaqe nîşanî çalakiyê da. Çalakgeran peyama, em xweş nabînin ku dîktatorek, kesekî dijberê mafê mirovan li Berlînê bê pêşwazîkirin. Çalakgeran got, em qebûl nakin ku Kurdan di bazarên xwe yên qirêj de bikin qurbanî. Çalakger yek bi yek bi gelek welatiyên bajêr re jî peyivîn û ew derbarê çalakiya xwe de agahdar kirin.

 

STUTTGART