Di kongreyê de axaftina dest pêkê li ser navê rêveberiyê Serokê Komeleyê yê berê Ezîz Amed ve hate kirin Amed di axaftina xwe de derbarê amedekariyên kongreyê û rêbazên werin meşandinde agahî dan endam û beşdervanan. Piştî axaftina dest pêkê, kongre bi hilbijartina diwanê berdewam kir. Ji bo dîwanê, ji endamê Federasyona Komeleyên Kurd a Elmanyayê (YEK-KOM) Bahaddîn DoGan, ji hevserokên Meclîsa Gel a Hermê Bambuşa Ozmen û Mehmed Orak hatin hilbijartin. Bi hilbijartina diwanê re, mijara kongre yê,  wek axaftina ji bo rojevê,  xwendina peyamên saziyan, xwendin û nirxandina raporan, rexne û pêşniyarên endaman ê li ser raporan û hilbijartina rêberiya nû bi pênc xalan hate kifşkirin.  Di kongreyê de, pêşî li ser navê dîwanê endamê YEK-KOM'ê Bahaddîn Dogan axifî û wiha got: "Ev kongre bi xwere hemleyek nû tîne û xwedî wateyek girînge. Ji ber ku em îro di pêvajoyek gelekî nazik re derbas dibin. Wek tê zanîn bûyerên li Ewropa rû dan ne hêsan bûn. Bi xwere sê rê heval sê jin sê pakrewanên Kurd birin. Bi vê bûyera hovane hate zanîn ku dijminê gelê Kurd bi awayekî fizîkî jî mudaxaleyî kesayet û saziyên me dike. Ji îro pêda pêwîste her welatparêzê me bi girêdana giyana şehîdan nêzîkî kar û xebatan bibin."

Bahaddîn doxan, di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand li ser, girîngiya endametiya sazî û dezgehên Kurd ê li Ewropa û di dawiya xaftina xwe de,  kampanya alîkariyê ya ji bo rojavayê Kurdistanê hatî dest pê kirin ji nirxand û ji bo beşdariya kampanyayê bang li gelê Kurd ê li Ewropa dijî kir. Di konreyê de ji Înisiyatifa Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îmam Yildiz jî axifî û wiha got: "Pêwajo ji me ne xemsarî û qelsbunê dixwaze, pêwîste em hemû erk û xebatên xwe xurtir bikin û her wiha çalak bin. Ji pêwajoyê sûd wergirin û em bibin bersiv. Peyama jime tê xwestin ewe ku em xwe bi rêxistin bikin û li sazî dezgehên xwe ji her wexti zêdetir xwedî derkevin."
Peyamên piştgiriyê yên saziyên mîna AGIF û Komeleya Dostaniya Kurd-Alman a Esslîngenê  hatin xwendin.
Her wiha raporên xebata salane û rapora aborî ji aliyê serokê Komele ê berê Ezîz Amed ve hatin xwendin. Rapor ji aliyê endamên Komeleyê ve hatin guftokirin û nirxandin. Piştî nirxandin û rexnekirina raporan ji aliyê endaman ve, kongre bi hilbijartina rêveberiya nû berdewam kir. Di encama hilbijartinê de, pênç jê resen didû jê alîkar ji bo rêveberiya nû a komele yê heft kes hatin hilbijartin. Dîsa di kongreyê de, ji bo komisyona çavdêriyê sê û her wiha ji bo komisyona disîplînê jî sê kes hatin hilbijartin. 

ABDURAHMAN KARATAŞ/STUTTGART